EWROPA
Hemû Nûçe
-
Li Stuttgartê ji bo piştevaniya bi Rojava re kon hat vedan
Li bajarê Stuttgart ê Elmanyayê bi armanca protestokirina êrîş û komkujiyên HTŞ û dewleta Tirk ên li ser Rojava û piştevaniya bi Rojava re kon hate vedan. -
FEDA û DAKB: Divê Elmanya sûcdarê şer Colanî bigire
Federasyona Elewiyên Demokratîk (FEDA) û Yekîtiya Jinên Elewiyên Demokratîk (DAKB) bi gotina “Colanî sûcdarê şer e" bertek nîşanî hatina Colanî ya Berlînê dan. -
Li Mîlanoyê konferansa 'Di pirsirêka Kurd de aştî pêkan e'
Konferans ji aliyê CGIL'ê ve hate lidarxistin ku yek ji sendîkayên herî naskirî yê Îtalyayê ye ku 5 milyon endamên xwe heye. -
Serokên komên partiyan bang li Macron kirin: Tirkiye gefan li aramiyê dixwe
Piştî êrîşên li Helebê gelek serokên komên partiyên Parlamentoya Fransayê ji Serokkomarê Fransayê Mocron re name nivîsandin, diyar kirin ku Tirkiye gefan li aramiyê dixwe û xwestin ku Fransa bibe garantorê çareseriyeke siyasî. -
Barrot: Ji bo rawestandina êrişên li Helebê Macron kete nava hewldanan
Wezîrê Karên Derve yê Fransayê Jean Noel Barrot diyar kir ku ji bo rawestandina êrişên li ser Kurdên li Helebê, Fransayê di asta herî bilind de navbeynkarî kiriye. -
TEV-ÇAND û Hunera Mizgîn li dijî komkujiyên li hemberî Kurdan bang kirin
TEV-ÇAND û Tevgera Çand û Hunerê ya Mizgînê diyar kirin ku divê li hemberî komkujiyên li ser gelê Kurd, koçberiya bi darê zorê û êrîşan bêdeng nemînin û ji bo çalakiyên ku wê di rojên pêş de werin lidarxistin banga beşdarbûnê kirin. -
KCDK-E: Em naxwazin kujerê barbar, dest bi xwîn û terorîst Colanî bê Elmanyayê
KCDK-E'yê nerazîbûn nîşanî daxuyaniya têkildarî serdana Ahmed el Şara (el Colanî) ya hatina Berlînê da û ji Serokwezîr Merz xwest ku hevdîtinê betal bike. -
Hevserokên KON-MED'ê: Bila serdana Colanî bê betalkirin
Hevserokên KON-MED'ê Rûken Akça û Kerem Gok gotin, serdana Ahmed el Şara (Colanî) ya 19'ê Çileyê li Berlînê wê komkujiyên li Helebê rewa bike û banga betalkirina serdanê kirin. -
KOMAW’ê ji bo Rojava û Rojhilat banga çalakiyê kir
Komaleya Malbatên Şehîdan (KOMAW) banga tevlîbûnê li meş û mitîngên ku wê li dijî komkujiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 16-18’ê Çileyê li seranserê Ewropayê bêne lidarxistin, kir. -
Li Ewropayê çalakiyên piştevaniyê ji bo berxwedana Rojava û Rojhilat
Di meş û mitîngên li gelek navendên Ewropayê de, berxwedana gelê Kurd a li her çar parçeyên Kurdistanê hate xwedîderketin. -
Li Viyanayê YE hat protestokirin: YE fînanse dike, Colanî qetil dike
Çalakvanên li Viyanayê, hevdîtina Seroka Komîsyona Ewropayê Ursula von der Leyen a bi Colanî re û piştgiriya 620 milyon euroyî ya ji bo Sûriyeyê proteso kirin û bal kişandin ser komkujiyên li Rojava. -
Êrîşên li ser Rojava û Rojhilat li Marburgê û Arnhem hatin protestokirin
Li bajarê Marburgê êrîşên li ser Kurdên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Rojhilatê Kurdistanê bi meş û mitîngekî hate şermezarkirin; banga berpirsyariyê li raya giştî ya navneteweyî hat kirin. -
Li Elmanyayê protestoya YE’yê: Xaliya sor li ber sûcdarê şer radixe
Çalakvanên li Elmanya û Awûstûryayê serdana Serokê Komîsyona Ewropayê ya Sûriyeyê û têkiliyên wî bi Colanî re protesto kirin û diyar kirin ku Yekîtiya Ewropayê şirîkatiya sûcên şer dike; banga beşdarbûna xwepêşandana roja Duşemê ya li dijî serdana Colanî -
Parlamentoya Holandayê, wê sibê daxwaznameya komkujiya Şêxmeqsûdê binirxîne
Xwendekarên Kurd ên li Holandayê daxwaznameyek der barê êriş û komkujiyên li dijî taxên Şêxmeqsûd, Eşrefiyê û Benî Zêd ên Helebê pêşkêşî palamentoyê kirin; hate diyarkirin ku daxwazname wê roja Pênçşemê di rûniştina fermî de were nirxandin. -
Di nobeta Cenevreyê de êrîşên li ser Rojava û Rojhilat hatin şermezarkirin
Nobeta ji bo azadiya Rêber Apo a ku ji 25’ê Çileya 2021’an vir ve li ber Ofîsa Neteweyên Yekbûyî li Cenevreyê tê lidarxistin, êrîşên li ser Rojava û Rojhilat hatin şermezarkirin û bang li civaka navneteweyî hat kirin ku berpirsiyariyên xwe bi cih bîne. -
Li Ewropayê ji bo piştgiriya serhildana Rojhilat û Îranê wê çalakî bên lidarxistin
Li dijî tundiya Komara Îslamî ya Îranê ya li dijî xwepêşandanên li seranserê Îran û Rojhilatê Kurdistanê tên kirin wê li gelek bajarên Ewropayê çalakiyên protestoyî bên lidarxistin. -
Cenazeyê Ahmet Yaman wê sibe were veşartin
Wê ji bo siyasetmedarê Kurd Ahmet Yaman ê ku li Swîsreyê di 12’ê Çileyê de li nexweşxaneya ku lê tedawî dibû, jiyana xwe ji dest da, 15’ê Çileyê roja Pêncşemê merasîma cenazeyî were lidarxistin. -
YJK-E: Divê serdana Colanî ya li Berlînê bê betalkirin
Yekîtiya Jinên Kurd a li Elmanyayê (YJK-E) têkildarî serdana plankirî ya Serokkomarê demkî yê Şamê Ahmed El Şara (Colanî) ya li Berlînê daxuyaniyek da û xwest, serdan bê betalkirin. -
Bijîşkê aştiyê Gottstein jiyana xwe ji dest da
Prof. Dr. Ulrich Gottstein ê bijîşkê tibê û salên dirêj ji bo aşitiyê têkoşiya, roja 30’ê Kanûnê di 99 saliya xwe de jiyana xwe ji dest da. Wê di 17’ê Çileya 2026’an de li St. Jakobskircheya Frankfurtê merasîma sersaxiyê were lidarxistin. -
Komkujiya li Helebê kete rojeva parlamenta Swêdê
Di pêşnûmepirsê de ji Wezîra Karên Derve Maria Malmer Stenergar hate pirsîn ku li hemberî êrişên li ser Kurdên li Helebê û civakên din, wê wezareta dewleta Swêdê bikeve nava hewldaneke dîplomatîk an na. -
Kesayetên naskirî yên Hindistanê bang kirin: Êrîşên li ser Helebê rawestînin!
Kesayetên naskirî yên Hindistanê û dostên wan bang kirin ku êrîşên li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê demildest bên rawestandin û ewlehiya gelê Kurd were garantîkirin. -
Partiyên Fransayê ji bo Helebê bang li Macron kirin: Sûcê şer hate kirin, bikeve nava tevgerê!
Li Fransayê serokên komên meclîsê yên sê partiyên siyasî û nûnerên Komar Kar a Kurd nameyek ji Macron re nivîsîn û diyar kirin ku bûyerên li Helebê diqewimin 'sûcê şer e' û ji Fransayê xwestin ku li nava YE û NY'ê bi lez bikeve nava hewldanan. -
Li Brescia komkujiya Şêxmeqsûd û Eşrefiyê hat protestokirin
Kurdistanî û hêzên hevgirtinê ji bo protestokirina êrîşên dagirkerî û komkujiyê yên li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê li Brescia ya Îtalyayê li hev civiyan û bang li civaka navneteweyî kirin ku bêdeng nemînin. -
Li Bonnê ji bo Helebê daxuyanî hat dayin
Kurdistanî û dostên wan ji bo protestokirina êrîşên li dijî gelê Kurd li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê bi pêşengiya Meclisa Gel li Bonn a Elmanyayê kom bûn û bang li civaka navneteweyî kirin ku li dijî komkujiyan helwestê bigire. -
Li Marignaneyê komkujiyên li Helebê hatin protestokirin
Kurdistanî û dostan wan ji bo protestokirina êrîşên li dijî gelê Kurd li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye yên Helebê li Marignaneyê li hev civiyan û daxwaza bidawîanîna komkujiyên ku ji aliyê çeteyên HTŞ-DAÎŞ’ê yên bi piştgiriya Tirkiyeyê têne kirin, hat kirin