Li Innsbruck û Grazê çalakiyên piştgiriya Rojavayê Kurdistanê bê navber didomin
Kurdên li bajarê Innsbruckê yê Awistiryayê dijîn û dostên wan ji bo protestokirina êrişên li ser Rojava û xwedîderketina li berxwedanê ji 10’ê rêbendanê ve mîtîng û meşan li dar dixin.
Li Innsbruckê Kurd û dostên wan li ber peykerê Annasäule yê li Kolana Maria-Theresienê hatin cem hev û ji bo şermezarkirina êrîşên li ser gelê Rojava û piştgiriya berxwedanê mîtîngek li dar xistin.
Mîtîng bi deqeyek rêzgirtin ji bo şehîdan dest pê kir û bi axaftina Kazım Agirî berdewam kir. Agirî got: “Berî deh salan, Kurdan di têkoşîna li dijî çeteyên barbar ên DAIŞ’ê de ji bo cîhanê xwe feda kirin. Îro jî Ewropa li hemberî êrîşên bermayiyên DAIŞ’ê û dewleta Tirk bêdeng dimîne û çavên xwe li komkujiyan digire. Bêdengî, şirîkatiya sûc e.”
Piştre girse di ser Kolana Maria-Theresien, Saluner Strasse, Bahnhof, Museum Strasse û ber Goldenes Dachê re heta Marktplatzê bi dirûşman meşiya. Çalakî bi dirûşmên “Bijî Berxwedana Rojava”, “Terorîst Colanî” û “Terorîst Erdogan” bi coş bi dawî bû û banga tevlîbûna çalakiyên hefteya pêş hate kirin.
GRAZ
Li bajarê Grazê yê Awistiryayê jî bi sedan Kurdistanî û dostên wan, ji bo nîşandana bertekên xwe yên li dijî êrîşên li ser Rojavayê Kurdistanê û dayîna peyamên piştevaniyê meşeke sê demjimêran li dar xistin.
Di dema çalakiyê de girseyê dirûşmên “Bijî Berxwedana Rojava” û “Rojava, Rojhilat, Kurdistan yek welat e” berz kirin. Di nav beşdaran de dostên çepgir û demokrat ên Awistiryayî jî hebûn; peyamên welatparêziyê yên ji Rojhilat û Başûr hatin xwendin.
Komîteya Jinan destnîşan kir ku Şoreşa Rojavayê Kurdistanê şoreşeke jinê ye û ji bo mirovahiyê xwedî girîngiyeke jiyanî ye; banga xwedîderketina li her qadê kir.
Li xala dawî ya meşê, jinên Kurd bi hev re porê xwe hûnandin û bi vî rengî piştgirî dan berxwedanê. Di dema çalakiyê de, ji bo meşa ku wê sibê demjimêr 14:30’an de li Graz Hauptbahnhofê were li dar xistin jî bang hate kirin.