BI DÎMEN

Nobeta li pêşiya Parlamentoya Swîsreyê di roja 5’an de ye

Kurd û dostên wan ên li ber Parlamentoya Swîsreyê çalakiya nobetê dimeşînin, diyar kirin ku heta êrîş bi dawî bibin ew ê çalakiyên xwe bidomînin û daxwaza statuyê ji bo Rojava xwestin.

Çalakiya nobetê ya ku ji aliyê Komeleya Çanda Kurd a Bernê ve bi armanca protestokirina êrîşên çeteyên HTŞ, DAÎŞ û Tirkiyeyê li ser Rojava, li ber Parlamentoya Swîsreyê ya li Kantona Bern a Swîsreyê hatibû destpêkirin, di roja 5’an de ye. Nobet 5 roj in bêyî navber dewam dike û ji xeynî Kurdistaniyan gelek Swîsreyî piştgiriyê didin nobetê.

Çalakvanan tevî ku bi şev germahiya hewayê kete binê sifrê jî, bataniyan li dor xwe dilefînin û li qadê dimînin. Polîsên Swîsreyê nahêlin ku çalakvan ji bo xwe germbikin agirê pêxin. Çalakvanan diyar dikin ku ew ê heta bidawîbûna êrîşên li ser Rojava qadê neterikînin.

Hevserokê Komeleya Çanda Kurd a Bernê Nusret Demîr diyar kir ku wan bêdengiya cîhanê ya li hember êrîşan jî protesto dikin û destnîşan kir ku divê dewletên cîhanê piştgiriya xwe ya ji bo hikûmeta El Colanî paşve bikişînin.

Omer Yilgin diyar kir ku her çiqas piştgiriya partiyên siyasî yên li Swîsreyê ji bendewariyan kêmtir bû jî, eleqeya raya giştî zêde bû û wiha got, “Ew Colanî nas dikin. Divê ji bo Foruma Aborî ya Cîhanê nehatiba vexwendin. Bi saya berxwedana me û ya dostên me gav paşde avêtin. Swîsreyê Şoreşa Rojava dizanin û eleqe nîşan didin. Li em bendê ne ku piştgiriyeke zêdetir were dayîn. Ji ber vê yekê em ê çalakiyên xwe bidomînin.

Hevserokê Damezrîner ê Partiya Ji Nû Ve Avabûnê ya Sosylîst (SYKP) Tuncay Yilmaz ku tevlî çalakiyê bû diyar kir ku ji roja ewil a êrîşê we Kurdên li her çar parçeyên Kurdistanê, dostên wan û Swîsrîyên ku berê piştgirî dane Şoreşa Rojava li qadan in û wiha got, “Em Sûriyeyek demokratîk ku Kurd, Elewî, Durzî, Xirîstiyan û Ereb bi hev re bijîn, dixwazin.”

Hevseroka Komaleya Çanda Kurd a Bernê Nurcan Dînç jî bang li hemû Kurd û dostên wan kir ku piştgirî bidin çalakiya nobetê.

Songul Demîr jî wija got, “Divê cîhan statuya Kurdan a li Rojava qebûl bikin. Em ê ji 7’ê heta 70’ê salî li kolanan in. Heta ku Kurd jî wekî gelên din bibin xwedî statu em ê têkoşîna xwe bidomînin.”