KNK’ê ji bo Selîm Sadak peyama sersaxiyê da

Konseya Rêvebir ya KNK’ê ji ber wefata endamê KNK’ê Selîm Sadak peyama sersaxiyê da û wiha got, “Em ê li ser şopa te bimeşîn û wesyetê te pêk bînin.”

Konseya Rêvebir a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) ji ber wefata endamê KNK’ê Selîm Sadak peyama sersaxiyê weşand.

Peyama KNK’ê wiha ye:

“Xebera xembar û dilsoj ya wefata endamê KNK ê Birêz Selîm Sadak, gihîşt me û em bi vê yêkê gelek xemgîn in. Bîrêz Selîm Sadak, li bakûrê Kurdistanê li herêma Botan, di nava xebat û siyaseta welatparêziyê de bû. Di nava partî û sîyaseta Kurdistanî de xwedî cihekî diyar bû. Birêz Sadak di sala 1991’an de wekî parlamenterê Şirnexê ji Parlamentoya Tirkiyeyê re hate hilbijartin. Ji ber xebata xwe ya siyasî, 17’ê Adara 1994’an de li gel komekî hevalên xwe hate girtin. Birêz Sadak ji 10 salan zêdetir di girtîgehê de ma û di Hezîrana 2004'an de hate berdan. Birêz Sadak piştî ji girtîgehê derket, têkoşîna xwe ya siyasî domand, di sala 2009’an de ji wekî Şaredarê bajarê Sêrtê hate hilbijartin.

Birêz Selîm Sadak ji ber êrîş û zextên dewleta Tirk, bi awayekî neçarî çû Ewropayê. Li Ewropa jî cihê xwe di nava xebata azadiyê de girt û bû endamekî çalak yê KNK’ê. Mixabin ji ber nexweşiyek giran îro çû ser dilovanîya xwe.

Em ji ber wefata Birêz Selîm Sadak gelek xemgîn in, xemgînîya malbatê û dostên wî parve dikin. Bi vê munasebetê em sersaxîyê didin hemû gelê Kurdistanê, xebatkarên şoreşê û malbatê.

Heval Selîm, bila çavên te di şûnde nemînin, em ê li ser şopa te bimeşin, em ê axîn û wesyetên te pêkbînin..