Li Cenevreyê bêdengiya medyaya Swîsre hate şermezarkirin
Li bajarê Cenevre yê Swîsreyê Kurdistanî û dostên wan ên enternasyonal li dijî êrîşên li ser Rojava meş û çalakiya protestoyî lidar xist.
Li bajarê Cenevre yê Swîsreyê Kurdistanî û dostên wan ên enternasyonal li dijî êrîşên li ser Rojava meş û çalakiya protestoyî lidar xist.
Girseya ku şeva pêncşemê li Qada Bel-Air hate ba hev, bi dirûşmeyan ber bi avahiya televîzyona dewletê ya Swîsreyê RTS (Radio Télévision Suisse) ve meşiya.
Li ber avahiya RTS’ê daxuyanî hate dayîn. Li ser navê Komav’ê Îbrahîm Yuksel mafê axaftinê girt.
Yuksel diyar kir ku berxwedana Rojava bi tenê nîne û destnîşan kir ku gelê Kurd di tevahiya dîrokê li hemberî ti zilmê serî netewandiye, divê hemû gel xwedî li Rojava derbikevin.
Piştre ji Partiya Kedê ya Swîsre (Parti du Travail) Alexandre bêdengiya saziyên navneteweyî û raya giştî şermezar kir û bang kir ku her kes berpirsyarî bigire ser xwe.
Piştî axaftinan, jinan ji bo bîranîna şervanên jin ên ji aliyê çeteyên HTŞ-DAÎŞ’ê ve porên wan jêkirin, porên hevdû hûnandin û kirin kezî.
Girseya li ber avahiya RTS’ê kom bû, bêdengiya saziyê ya li hemberî êrîşên li ser Rojava şermezar kir.
Têkildarî êrîşên li ser Rojava û binpêkirinên mafên mirovan dosyayek radestî rêveberiya RTS’ê hate kirin. Girseyê bang li saziyên medyayê kir ku ji bo dîtina heqîqetê berpirsyarî bigirin ser xwe. Çalakî bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.
Her wiha hate ragihandin ku roja şemiyê bi pêşengiya dostên enternasyonal di saet 14.00’an de li Place Girardin meşeke girseyî were lidarxistin.