Ji derdorên enternasyonal ji bo Rojava çalakî: Li her derê berxwedanê mezin bikin

Li Almanya, Avusturya, Îtalya, Spanya û başûrê Amerîkayê ciwanên enternasyonalîst û rêxistinên civakî li dijî êrîşên li ser şoreşa Rojava çalakî lidar xistin û peyamên piştgiriyê dan.

Li hemberî êrîşên çeteyên HTŞ-DAÎŞ’ê û çeteyên ku piştgirî ji Tirkiyeyê digirin ser Rojava, li gelek bajarên Ewropa û başûrê Amerîkayê çalakiyên piştgiriyê hatin lidarxistin. Ji Almanyayê bigire heta Îtalyayê, ji Spanyayê bigire heta Şîlî û Kolombiyayê, ciwan, rêxistinên civakî û komên enternasyonalîst li ser girîngiya xwedîderketina rêveberiya demokratîk a xweser û şoreşa jinê rawestiyan û bal kişandin.

ALMANYA

Frankfurt 

Ciwanên meclisa şaredariyê dagir kirin, di salona giştî de çalakî kirin û li navendeke bajêr pankarteke mezin daliqandin.

Stuttgart

Li navenda bajêr bi çalakiyeke spontane piştgirî dan şoreşa Rojava.

Duisburg

Enternasyonalîstên ciwan çalakiya boyaxkirina bi spreyê pêk anîn.

Wendland 

Ji gundên cuda gel hatin cem hev û êrîşên li ser rêveberiya xweser şermezar kirin.

Kassel

Rêxistina bi navê “Pêwîstiya Sor” ji bo piştgiriya Rojava wêneyeke bi spreyê çêkir.

Nürnberg

Ciwan hikûmeta demkî ya cîhadî ya Colani protesto kirin.

AVUSTURYA–VİYANA

Ciwan ketin Akademiya Hunerên Bedew, belavok belav kirin û alaya mezin a YPJ’ê vekirin. Ji bo şikandina bêdengiya civaka navnetewî bang kirin û bang li gel kirin ku beşdarî karavanê gel a ber bi Kobanê bibin.

ÎTALYA

Li hemberî êrîşên li ser modela rêveberiya demokratîk û konfederalîzma demokratîk a ku 14 sal in bi bedelên mezin li Rojava tê jiyîn, li hemû bajarên Îtalyayê çalakî û bûyer tên lidarxistin. Ji Torînoyê heta Catania, li hemû Îtalyayê pêlek çalakiyan dest pê kiriye û bajar û navçeyên biçûk jî tevlî bûne. Piştî bersivên yekemîn ên bi dirûşma “Li her derê berxwedanê mezin bikin”, tevgerên civakî yên li Îtalyayê vê carê bi awayekî birêxistintir û girêdayî, di 24’ê Mijdarê de banga çalakiya giştî kirin û li 20 navendên cuda derketin qadan. Her wiha li Bologna, Milano û Padova komên nû yên beşdarî karavanê gel dibin dê bên bi rêxistinkirin û bi rê ve bibin.

Bologna

Yek ji bersivên yekemîn ên li hemberî êrîşên li ser Rojava, çalakiya ku navendên civakî yên Bologna (Labas, TPO û Ya Basta) bi hev re rêxistin kirin bû. Dostên Îtalî yên roja destpêka êrîşan derketin qadan, roja Sêşemê li qada herî qelebalix a bajêr Piazza Maggiore çalakî kirin û agirê berxwedanê pêxistin. Pankarteke mezin a li ser nivîsî “konfederalizma demokratîk” û pankarteke “Jin Jiyan Azadî” hatin hildan.

Di dawiya hefteyê de di civîna du rojan a bi sernavê “O Re O Liberta” (Ya Qral Ya Azadî) de ku tevgerên civakî yên li tevahiya Îtalyayê tevlî dibin, modela konfederalîzma demokratîk dê were nasandin. Piştî çalakî komek ji Bologna dê tevlî karavanê gel bibin.

Torino

Li Torînoyê çalakiyên bi pêşengiya ciwanan bê navber didomin. Li zanîngehê, li kolanên qelebalix ên bajêr an jî li herêmeke gundewarî ya li çiyayên Alpê ji bo xwedîlêderketina şoreşa Rojava tevdigerin. Li Torînoyê ciwan êrîşên li ser şervanên jin ên Kurd bi vî rengî protesto dikin.

Milano 

Ji bo karavanê gel amadekariyeke din jî li Milano ye. Koma ku ji Îtalya û Fransayê beşdarî karavanê dibe, piştî çalakiya li Milano ya roja berê bi lez hate organîzekirin. Li Milano, navenda yekem a karavanê li Îtalyayê, roja berê li Piazza Castello bi banga komeleya konfederalîzma demokratîk çalakî hate kirin.

SPANYA

Lleida

Enternasyonalîstan civîneke agahdarkirinê li ser ezmûna rêveberiya xweser a Rojava lidar xistin û rêyên piştgiriya Rojava nîqaş kirin.

Valensiya

Li ber balyozxaneya Tirkiyeyê êrîşên li ser Rojava hatin protestokirin; bêdengiya Ewropa û DYA’yê hate şermezarkirin.

BAŞÛRÊ AMERÎKAYÊ

Şîlî / Santiago

Rêxistina Unión Rebelde ya li Şîlî silavên piştgiriyê ji gelê Rojava re şandin. Di daxuyaniyeke kurt de gotin: “Ji parzemîna me ve, em bi ruhê enternasyonalîst ê şoreşger ê ku bi hêz ji bo parastina şoreşa Rojava derdikeve pêş, tevlî dibin” û “Em êrîşa cîhadî ya dewleta Sûriyeyê ya ku ji aliyê DYA, Îsraîl, Tirkiye û welatên YE’yê ve tê piştgirîkirin şermezar dikin.”

Her wiha rêxistinên cuda li ber balyozxaneya Tirkiyeyê çalakî kirin, dirûşmên Jin Jiyan Azadî hatin gotin û jin bi çêkirina porê xwe piştgiriya YPJ’ê nîşan dan.

Kolombiya

Ciwanan piştgiriya xwe ji gelê Rojava re nîşan dan û azadiya Rêber Apo qêriyan. Ciwan bal kişandin ku têkoşîna wan bi têkoşîna azadî û demokrasiyê ya gelên Kurd û Ereb re têkiliyeke kûr heye.

Abya Yala

Gel û rêxistinên Mapuche bang li piştgiriya şoreşa Rojava kirin û gotin ku têkoşînên jin, jiyan û azadiyê hevpar in.

BAŞÛRÊ AFRÎQAYÊ

Gelek rêxistin, sendîka û civak piştgiriya xwe ji rêveberiya xweser a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re ragihandin. Rêxistinên ku têkoşîna hevpar a gelê başûrê Afrîqa û gelê Rojava ronî kirin, bal kişandin ser dîroka têkoşîna hevpar li dijî mêtîngerî û tundiya dewletê. Rêxistinên ku daxwaz kirin li ser HTŞ û dewleta Tirk dançêker bilez bên sepandin, rêveberiya xweser li qada navneteweyî were naskirin û ji bo hemû komên etnîkî yên li Sûriyeyê çareseriyeke siyasî ya xwecihî were avakirin, ragihandin ku ew ê têkoşîna Rojava di çarçoveya piştgiriya navneteweyî de bi awayekî çalak piştgirî bikin.