Kurdistanî li Bernê ji bo Rojava û Rojhilat daketin qadan
Kurdistaniyan li bajarê Bern ê Swîsreyê, ji bo protestokirina êrîşên rejîma Îranê û çeteyan li Sûriyeyê li ser Kurdan li hev civiyan.
Kurdistaniyan li bajarê Bern ê Swîsreyê, ji bo protestokirina êrîşên rejîma Îranê û çeteyan li Sûriyeyê li ser Kurdan li hev civiyan.
Kurdistaniyên ku li bajarê Bern ê Swîsreyê li hev civiyan, êrîşn rejîma Îranê û çeteyên li Sûriyeyê li ser Kurdan protesto kirin.
Çalakî li Bern Europlatzê pêk hat û beşdaran gelek caran dirûşmeyên “Yek e Yek e Kurdistan Yek e” û “Bijî Berxwedana Rojava” berzkirin. Di çalakiyê de êrîş û komkujiyên li Rojhilat û Rojava hatin şermezarkirin û axaftin hatin kirin.
Nûnera PYD’ê yê Bernê Gulîstan Sadon di çalakiyê de axivî û destnîşan kir ku êrîşên li ser gelê Kurd bi awayekî sîstematîk dewam dikin. Sadon diyar kir ku rejîma Sûriyeyê dixwaze Kurdan ji cihê wan bike û xaka Kurdan dagir bike.
Siyasetmedar Ferhat Encu jî bang li civaka navneteweyî kir ku ji bo Rojhilat û Rojava bikevin tevgerê. Encu diyar kir ku polîtîkayên Colanî û Erdogan tundiya li herêmê kûr dike û bilêv kir ku çalakî wê heta azadbûna Rojhilat û Rojava dewam bikin.