BI DÎMEN

Kurdistanî li Rochefortê qadan vala nehiştin

Li bajarê Rochefort ê Fransayê bi hezaran kes di roja çaremîna a çalakiya li dijî êrîşên li ser Rojava de, kolanan neterikandin.

Bi sedan kesên ku li bajarê Rochefort ê Fransayê, di saetên êvarê de li hev kom bûn, çalakiya xwe ya ji bo piştevaniya bi Rojava re di roja çaremîn de domandin. Gelê Kurd û dostên wan bi girseyî tevlî çalakiya ku bi dirûşmeya, “Rojava xeta me ya sor e” tê lidarxistin, bûn.

Çalakî bi deqîqeyek rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdan destpê kir. Girseyê piştre ber bi navenda bajêr ve meşiyan. Ronî Serhed di çalakiyê de axivî û wiha got, “Roj roja yekîtî û xwedîderketina li Rojava ye. Gelê Kurd wê bersivê bide her êrîşên li dijî yekîtî û hebûna xwe. Ji lehengên ku li Rojava li ber xwe didin re hezar silav; em ê her tim li pey şopa wan bin.”

Beşdaran di tevahiya çalakiyê de dirûşmeyên, “Bijî Berxwedana Rojava” û “Jin Jiyan Azadî” berzkirin. Di meşê de îşaret bi girîngiya berxwedana jinan, demokratîk û azadîxwaz hate kirin.