BI DÎMEN

Li Strasbourgê çalakiya piştevaniyê ji bo Rojava: Şerê li dijî Kurdan birawestîn!

Li bajarê Strasbourg ê Fransayê bi armanca piştgiriya Rojavayê Kurdistanê li Qada Kleberê çalakî hate lidarxistin. Di çalakiyê de bang li raya giştî hate kirin ku li dijî êrîşan bêdeng nemînin.

Li bajarê Strasbourg ê Fransayê bi çalakiyeke berxwedana li Rojava hate silavkirin. Di çalakiya ku Kurdên li çar parçeyên Kurdistanê li hev civiyan de, êrîş û komkujiyên çeteyên HTŞ, DAÎŞ û dewleta Tirk li ser Kurdan hate protestokirin.

Di tevahiya çalakiyê de gelek caran dirûşmeyên “Jin, jiyan, azadî”, “Bijî berxwedana Rojava”, “Yek e yek, yek e Kurdistan yek e”, “Terorîst Colani, terorîst Erdoğan”, “Rojava, Rojava, solidarité !” û “À bas le régime fasciste turc !” hatin berzkirin. Di pankarên ku çalakiyê de hatin hilgirtin, banga piştevaniyê ji bo gelê Kurd hate kirin. Her wiha bang li raya giştî hate kirin ku li dijî êrîşan bêdeng nemînin.

Di daxuyaniya hevpar a çalakiyê de hate destnîşankirin ku rêveberiya hikûmeta demkî ya Sûriyeyê ya di bin pêşengtiya HTŞ’ê de, ji bo bidestxistina kontrolê polîtîkayên tundiyê ya zêde dimeşîne û ev yek Sûriyeyê ji nû ve ber bi şer ve dibe. Hate diyarkirin ku ev êrîş bi Tirkiyeyê re di nava koordînasyonê de tê meşandin û hate gotin ku dewleta Tirk bi hêmanên xwe yên hewayî û bejahî di qadê de rolekî çalak dilîze.

Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku Kurdan ji têkoşîna li dijî DAÎŞ’ê ve îradeya xwe ya ji bo diyalog û aştiyê diparêzin û bi bîr xist ku ne cihêbûnê, lê çareseriyeke demokratîk û nenavendî ji bo Sûriyeyê dixwazin.

Her wiha bêdengiya Yekîtiya Ewropayê hate rexnekirin û destnîşankirin ku ev yek metirsiya paqijkirina etnîkî û komkujiyên nû zêde dike. Bang li YE’yê hate kirin ku ji rêveberiya HTŞ’ê û Tirkiyeyê re ku di êrîşa li dijî Kurdan de rol dilîze, pêkanînan bike. Her wiha hate xwestin ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê were naskirin, piştgiriya malî ya ji bo rêveberiya El-Şara were rawestandin û ji bo lêkolîna êrîşên li ser sivîlan komîsyonek lêpirsînê ya serbixwe were avakirin.