Li Fransayê gelê Kurd û dostên wan, li dijî êrîşên DAIŞ, HTŞ û komên çete yên bi piştgiriya Tirkiyeyê yên li ser Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daketin qadan. Di meş û mîtîngên girseyî yên li bajarên Reims û Nantesê de, bang hate kirin ku êrîş bên rawestandin û banga berpirsiyariyê li raya giştî ya navneteweyî hate kirin.
REIMS
Li bajarê Reims ê Fransayê, Kurdistanî û dostên wan ên ku bi rojan e çalakiyên xwe didomînin, îro li ber Stasyona Reimsê (Gare de Reims) hatin cem hev. Çalakiya ku nêzî hezar kes beşdar bûn, bi deqeyek rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdên şoreşa Kurdistanê dest pê kir. Di dema rêzgirtinê de marşên şoreşê hatin xwendin û dirûşmên “Bijî Berxwedana Rojava”, “Terorîst Colanî”, “Terorîst Erdogan”, “Bijî YPG” û “Bijî Kurdistan” hatin berzkirin. Di qadê de alên YPG û YPJ’ê hatin hildan.
Di mîtîngê de li ser navê Malbatên Şehîdan axaftin hatin kirin û hat diyarkirin ku tevî hevkariya DYA’yê ya bi QSD’ê re ya li dijî DAIŞ’ê, DYA li hemberî êrîşên dawî bêdeng maye. Di axaftinan de hat destnîşankirin ku rewşa niha ya li Rojava, wekî pêvajoya sala 2014’an a dorpêçkirina Kobanê ya ji aliyê DAIŞ’ê ve, gihîştiye asteke krîtîk. Çalakgeran bang li Kongreya DYA’yê kirin ku li dijî êrîşên hevpar ên HTŞ û Tirkiyeyê berpirsiyariyê bigire ser xwe.
Meşa ku ji ber Stasyona Reimsê dest pê kir, li navenda bajêr bi dawî bû. Çalakî bi dirûşmên “Parastina Rojava parastina mirovahiyê ye” bi dawî bû.
NANTES
Li bajarê Nantes ê Fransayê jî êrîşên li ser Rojava bi meşeke girseyî hatin protestokirin. Meşa ku li Qada Place du Commerce dest pê kir, bi mîtîngek li ber FNAC’ê bi dawî bû. Di çalakiya ku hezaran kes beşdar bûn de, tevlîbûna zêde ya ciwan û jinan bal kişand.
Mîtîng bi deqeyek rêzgirtinê ji bo bîranîna Şehîdên Azadiya Kurdistanê dest pê kir. Piştre daxuyaniya çapemeniyê ya bi zimanê Fransî hate xwendin û peyama Rohilat Efrîn a ku ji bo çalakiyên li Ewropayê şandibû, hate guhdarkirin. Piştre Botan Serhed axivî û got: “Me berê çawa li Rojava bi ser xistibe, em ê bi têkoşîna gelê Kurd dîsa bi ser bikevin.”
Piştî daxuyaniya çapemeniyê, girse ji bo çalakiyên sibe demjimêr di 14.30’an de careke din hate vexwendin.