EWROPA
Hemû Nûçe
-
Kurdistaniyên li Ewropayê li dijî êrîşên li Helebê daketin kolanan
Kurdistaniyên gelek bajarên Ewropayê êrîşên li ser taxên Kurdan ên li Helebê protesto kirin. Di çalakiyan de bang li saziyên navneteweyî kirin ku bi lezgînî mudaxele bikin û sivîlan biparêzin. -
Êrîşên li ser Helebê li Hollandayê hatin protestokirin
Êrîşên li ser taxên Kurd û Suryanan ên li Helebê, li pêşiya Wezareta Karên Derve ya Hollandayê hate protestokirin. -
Hunermendên Kurd: Pêdivî bi ‘Konseya Çalakiyan’ heye
Hunermenên Kurd ên li Ewropayê bi daxuyaniyeke hevpar ev tişt bang kirin: “Divê hemû partî û rêxistin werin cem hev. Pêdivî bi Konseya Çalakiya Sivîl heye.” -
Parlamenterên YE: “Hêviyên aştiyê hem li Sûriyê hem jî li Tirkiyê bi êrîşeke hevpar re rû bi rû ne”
"Koordînatorên Koma Kurd a PE’yê bi nameyekê bang li YE’yê kirin ku li dijî êrîşên li ser Tirkiye û Sûriyê helwestê nîşan bide û piştgiriya pêvajoya aştiyê bike." -
TJK-F û CDK-F’ê ji bo 10’ê Çileyê li Parîsê banga ‘Bibe dengê Rojavayê’ kir
TJK-F û CDK-F'ê bang kir: "Li dijî komkujiyên li Parîs û Rojava, 10'ê Çileyê li Parîsê helwesta xwe nîşan bidin." -
ADGB’ê: Gelê Rojava ne bi tenê ye!
Yekîtiya Hêzên Demokratîk a Ewropa (ADGB), li dijî êrîşên li ser taxên Kurd û Suryaniyan ên li Helebê nerazîbûn nîşan da û got, “Gelê Rojava ne bi tenê ye.” -
LFI: Divê Fransa li dijî êrîşên li ser Kurdan helwestek xurt raber bike
Koma Fransa ya Serî Natewîne ya Meclîsa Neeteweyî ya Fransayê (LFE), êrîşên li dijî Kurdan ên li Helebê şermezar kirin û bang li dewleta Fransayê kirin ku demildest helwestek xurt raber bike. -
Ayten Kaplan: Ji bo edalet û heqîqetê berê xwe bidin Parîsê!
Berdevka TJK-E'yê Ayten Kaplan ji bo meşa li Parîsê banga tevlîbûnê kir û got, "Em ê careke din li bîra meqamên Fransayê bixin ku weke gelê Kurd em li pey edaletê ne." -
FEDA û DAKB: Divê komkujiyên plankirî yên li dijî gelên Sûriyeyê bên rawestandin
FEDA û DAKB diyar kirin ku HTŞ li Sûriyeyê di serî de Elewî, Kurd û Durzî, li dijî gelek gel û baweriyan êrîşên sîstematîk pêk tîne û bang li civaka navneteweyî kirin ku bi lezgîn mudaxele bike. -
Meşa li Viyanayê: Rojava rûmeta me ye
Li paytext Viyaneyê Kurdistanî û dostên, êrîşên hêzên girêdayî Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê li ser taxên Eşrefiye û Şêxmeqsûd ên Helebê bi meş û mitîngê protesto kirin. -
ADKM, AVEG-KON û People’s Bridge banga ‘Şoreşa Rojava biparêzin’ kirin
Êrîşên hêzên Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê li ser Helebê, Kurdistaniyên li Ewropayê û enternasyonalîstan xistin tevgerê. ADKM, AVEG-KON û People’s Bridge êrîşan protesto kirin û gotin, “Parastina Helebê parastina Şoreşa Rojava ye.” -
Kurdên li Swîsreyê wê sibê li dijî êrîşên li ser Helebê dakevin qadan
Li Swîsreyê wê êrîşên çeteyan li ser taxên Şêxmeqsûd, Eşrefiyê û Benî Zeyd ên Helebê werin protestokirin. Wê bi banga KCDK-E û CDK-S’ê di 8’ê Çileyê de li Zurih, Cenevre, Basel, Lozan, Biel, Winterthur û Bellinzonayê daxuyaniyên çapemeniyê werin dayîn. -
Li Fransayê ji bo Helebê çalakî: Destkeftiyên Rojava tên hedefgirtin
Di daxuyaniya li banliyoya Villiers-le-Bel a Parîsê hat dayîn de bal kişandin êrîşên li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê û bang li civaka navneteweyî hat kirin ku mudaxele bike. -
Çalakiya protestoyî ya li Hanoverê: Rojava ne bi tenê ye
Li Hannoverê bi pêşengiya Meclîsa Jinan a Şehîd Ronahî û PYD’ê li dijî êrîşên li ser Şêxmeqsûd û Eşrefiyê daxuyaniya çapemeniyê hate dayşn. Kurdan êrîşan protesto kirin û bang li saziyên navnetweyî kirin ku bikevin tevgerê. -
CÎK û PÎK’ê bertek nîşanî êrîşên li ser Kurdên li Sûriyeyê dan
Civaka Îslamî ya Kurdistanê (CÎK) û Partiya Îslamî ya Kurdistanê (PÎK) diyar kirin ku êrîşên li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê sivîlan hedef digirin û bang li civaka navneteweyî kirin ku bi lezgînî mudaxele bike. -
Kurd û dostên wan li Lîmasolê êrîşên li ser Helebê şermezar kirin
Kurd û dostên wan ku li bajarê Lîmasol ê Qibrisê li hev civiyan, êrîşên hikûmeta demkî ya Şamê li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê şermezar kirin û piştgirî dan berxwedana Rojhilatê Kurdistanê. -
TJK-E: Êrîşên li ser Helebê veguherîne şerê vekirî
TJK-E'yê diyar kir ku êrîşên hêzên girêdayî HTŞ'êyên li dijî Kurdan veguheriye şerekî vekirî û bang li gel kir ku li dijî êrîşên qirkirinê derkevin kolanan; ji sazî û hêzên navneteweyî xwest ku li dijî êrîşên li Sûriyeyê helwestê bigirin. -
Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî banga rawestandina êrîşan kir
Rêxistina Efûyê ya Navnetewî (Amnesty International) banga rawestandina êrişên li Helebê kir û ji ber zêdebûna bîlançoya qurbaniyên sivîlan fikarên xwe anîn ziman. -
Çalakvanên Nobeta Azadiyê ya Cenevreyê: Em ê di 10’ê Çileyê de li Parîsê bin
Nobeta ji Rêber Apo re Azadî ku 25’ê Çileya 2021’an ve her Çarşemê li ber Ofîsa Neteweyên Yekbûyî (NY) li Cenevre ya Swîsreyê tê lidarxistin, di hefteya 259’an de didome. -
Koordînasyona Civaka Êzidî: Gefa qirkirinê heye
Koordînasyona Civaka Êzidî ya Ewropayê bertek nîşanî êrîşên li ser taxên Kurdan ên li Helebê da û got, “Gefa qirkirinê heye.” -
KCDK-E'yê ji bo Rojava banga çalakiyan kir
KCDK-E'yê ragihand ku êrişên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê û komên çete yên ser bi dewleta Tirk ve yên li ser taxên Kurdan ên li Helebê, di asta îmha û komkujiyê de ne û li dijî vê yekê banga çalakiyan kir. -
Li balafirgeha Hollandayê kaos: Zêdetirî hezar kesî şeva xwe li balafirgehê derbas kirin
Li yek ji mezintirîn balafirgeha Ewropayê Amsterdam Schipholê ji ber barîna berfê û bayên xurt herî kêm 700 sefer hatin betalkirin. Rayedaran ragihand ku ji ber şert û mercên hewayî yên xirab dibe ku zêdetir sefer werin betalkirin. -
Ji CÎK'ê banga ji bo meşa li Parîsê
Civaka Îslamî ya Kurdistanê bang li Kurdên li Ewropayê û dostên wan kirin ku beşdarî meşa li Parîsê bibin ku wê 10'ê Çileyê bê lidarxistin. -
Ji TEV-ÇAND'ê banga ji bo meşa 'Edalet ji bo Heqîqetê' ya 10'ê Çileyê
TEV-ÇAND Ewropayê ji bo meş û mîtînga 10'ê Çileyê ya li Parîsê banga tevlîbûnê kir ku wê ji bo ronîkirina komkujiyên Parîsê yên salên 2013 û 2022'an bê lidarxistin. -
Li Brukselê çalakiya ji bo piştgiriya bi gelên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê
Ji bo piştgiriya bi gelên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê ku bi rojan e li dijî krîza aborî û siyasî ya li Îranê li ser piyan e, çalakiyek li Brukselê hate lidarxistin.