Bertekên ku li seranserê Ewropayê li dijî êrişên li ser Rojava bilind dibin, li Swîsreyê jî bi rengekî xurt li qadan deng veda. Ji Bellinzona heta Solothurn, ji St. Gallen heta Winterthurê li gelek bajaran Kurdistanî û dostên wan derketin qadan, êrişên HTŞ û DAÎŞ’ê protesto kirin û peyama piştgiriyê dan berxwedana Rojava.
BELLINZONA
Li bajarê Bellinzona yê Swîsreyê, li ber Stasyona Trenê ya Bellinzonayê, bi sedan Kurdistanî kom bûn û meşek lidar xistin. Meşa ku bi ala Kurdistanê pêşengiyê dikir, pankartên bi Îtalî “Colani = DAÎŞ, heman terorîzm, heman sûc” û “Em xwedî li azadiya Rojava derkevin” hildigirtin.
Di meşê de dirûşemeyên “Bijî yekîtiya gelê Kurd”, “Terorîst Colanî”, “Bijî YPG, Bijî YPJ”, “Bijî Rojava, Bijî Kurdistan”, “Bijî berxwedana Rojava” û “Jin, jiyan, azadî” hatin berzkirin. Gel ber bi Parlamentoya Bellinzona ve meşiya û li wir ji bo şehîdên şoreşa Kurdistanê û Rojava yek deqe rêz û bêdengiyê girt.
Piştî rêz û bêdengiyê, rêveberê DEM-KURD Ticino Suat Tunçay axivî û bal kişand ser yekbûna çar perçeyên Kurdistanê û got: “Bûyera herî xweş a vê yekê li vir e. Em bi rengên xwe, bi alayên xwe yek bûn. Ji bo Rojava û Kurdistanê her tim li kêleka hev bin û hêza xwe nîşan bidin. Ji bilî me tu kes ne dostê me ye. Bijî yekîtiya Kurdistanê!”
Hate gotin ku heta êrîş berdewam bin, çalakî jî wê bidomin.
SOLOTHURN
Li bajarê Solothurnê, bi pêşengiya Navenda Civaka Kurd a Demokratîk bi sedan Kurdistanî û şoreşgerên enternasyonalîst derketin qadan. Di çalakiyê de pankartên “Stopp den Massaker in Rojava” û “Bi hev re serhildan” hatin vekirin.
Berdevka Ekolojiyê ya Swîsreyê Seher Kadiroğlu diyar kir ku HTŞ û artêşa Tirk li ber çavên cîhanê êrişî Kurdan dikin û got: “Çawa ku Kobanê di sala 2014’an de neket, îro jî wê Rojava nekeve.” Piştî daxuyaniyan çalakiyeke rûniştinê hat lidarxistin.
ST. GALLEN
Li qada Kornhausplatzê ya bajarê St. Gallenê bi sedan kes kom bûn. Li ser navê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk Zeynel Aslan û li ser navê Komîteya PJAK’ê ya Swîsreyê Celal Dalaho axaftin kirin. Hat destnîşankirin ku partiyên Rojhilatê Kurdistanê bi temamî li pişt berxwedana Rojava ne. Girseya gel bi dirûşmên “Bakur, Başûr, Rojhilat, Rojava, Kurdistan yek welat” heta derengiya şevê li qadê ma.
CHUR
Li bajarê Churê ku navenda Kantona Graubündenê ye, Kurdistanî li ber stasyona trenê kom bûn. Hevserokê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk Kureyş Doymaz bang li gelê Kurd kir ku bi ruhê seferberiyê tevger bikin.
WINTERTHUR
Li Winterthurê jî gel li ber stasyona trenê ya navendî kom bû. Berdevka Yekitiya Jinên Kurd a Swîsreyê Selma Suren diyar kir ku heta şoreşa Rojava bi temamî bikeve bin ewlehiyê, wê çalakiyên wan berdewam bikin. Di dema meşê de polîsan xwest astengiyê derxin, lê belê girseya gel bi berzkirina dirûşman bertek nîşanî helwesta polîsan da û çalakiya xwe domand.
LUZERN
Kurdên ku li îstasyona trênê ya Lucerne Central kom bûn, bi berzkirina dirûşmeyan dest bi meşê kirin. Girse, piştî ku ji bajarê dîrokî yê kevin re derbas bû, gihîşt ber parlementoya kantona Lucerne û li wir demekê bi berzkirina dirûşmeyan êrîş protesto kirin.
Meş bi berzkirina dirûşmeyan berdewam kir û li ser pira Lucerne çalakiya rûniştinê hate lidarxistin. Piştre girse ber bi postexaneya sereke ya Lucerne ve meşiya. Hevserokê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Lucerne Ercan Guneş, endamê dîwana KCDK-E’yê , Musa Farisogullari û nûnerê PYD’ê yê Swîsreyê Elî Omer di çalakiyê de axivîn û xwestin ku her kes geşedanan ji nêz ve bişopînin.
Bi hezaran Kurd bi berzkirina dirûşmeya "Bijî berxwedana Rojava" piştgirî dan berxwedanê.
BASEL
Li Baselê bi hezaran Kurdistanî û dostên Kurdan ji bo Rojava meşiyan. Girse li Claraplatzê kom bû, bi berzkirina dirûşmeyan û fîşekê hewayî dest bi meşê kir. Girseya ku heta ber SBB’ê meşiya, li wir dest bi çalakiya rûniştinê kir. Girseyê demekê rêya tramvayê û trafîkê girtin. Siyasetmedara Kurd Dîlan Dîrayet Taşdemîr li wir axivî û bal kişand ser êrîşên li ser Rojava û bêdengiya hêzên navneteweyî.
Piştre meş ber bi Barfusserplatzê ve berdewam kir. Girseyê dirûşmeyên hevgirtinê bi Rojava re berz kir û li Barfusserplatzê çalakiya rûniştinê li dar xist.
LOZAN
Çalakiya li Lozanê bi axaftinan li ber Dêra St. Laurent dest pê kir. Nûnerên Partiya Çep û Partiya Kesk axivîn, peyamên hevgirtinê bi gelê Rojava re dan û êrîş û komkujiyên ku ji hêla çeteyên cîhadîst ve ji hêla dewletên emperyalîst ve têne piştgirîkirin teşhîr kirin. Ji her çar parçeyên Kurdistanê kes beşdarî çalakiyê bûn.