Li Danîmarkayê çalakiyên ji bo Rojava berdewam dikin

Kurdistanî û dostên wan ên li Danîmarkayê dijîn, çalakiyên xwe yên ji bo protestokirina êrîşên HTŞ’ê û dewleta Tirk ên li ser Rojava didomînin.

Di çarçoveya çalakiyên bênavber ên Kurdan de di 19’ê Çileyê de li pêşiya Balyozxaneya Emerîkayê bi beşdarbûna bi hezaran çalakiyeke protestokirinê hate lidarxistin.

Di 20’ê Çileyê de jî li paytext Kopenhagê bi hezaran Kurd û dostên wan di saet 19.00’an de li pêşiya Stasyona Mezin a Navendî li hev kom bûn. Girseya ku ji vir ber bi Qada Şaredariyê ve meşiya, li hemberî êrîşên dagirkerî û komkujiyê yên li ser Rojava nerazîbûnên xwe nîşan da.

Li Qada Şaredariyê daxuyaniyek hate dayîn û hate diyarkirin ku lihevkirinên navneteweyî yên DYE, Fransa, Elmanya, Tirkiye, Erebistana Siûdî, Qeter û Îsraîl di nav de cih digirin, li hemberî gelê Kurd û komên baweriyan ên weke Suryanî û Ermenî yên li Rojava dijîn zemîna polîtîkayên komkujî û paqijiya etnîkî amade dikin.

Hate bibîrxistin ku di têkoşîna li hemberî DAÎŞ’ê de YPG, YPJ û QSD’ê nêzîkî 13 hezar şehîd dane û 30 hezar gaziyên şer hene û hate destnîşankirin ku bi saya van bedêlan cîhan ji gefa DAÎŞ’ê rizgar bûye.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku hêzên koalîsyona navneteweyî ya li gel QSD tev digere, berê êrîşên HTŞ’ya ku weke dewama DAÎŞ’ê tê zanîn, daye ser gelê Rojava û ev yek li dijî hiqûqa hevalbendiyê ye û tê wateya durûtiya navneteweyî. Bang li raya giştî ya cîhanê hate kirin û ev yek hate gotin: ‘’Li hemberî vê komploya qirker li rex gelê Kurd bin.’’

Çalakvanan diyar kir ku heya serkeftina Rojava ew ê li kolan û qadan bin û ji bo beşdarbûna xurt a ji meş û mitîngên ku wê werin lidarxistin re bang hate kirin. Di tevahiya çalakiya de dirûşmeyên weke “Bijî berxwedana Rojava” û “Bijî YPG, YPJ, QSD” hatin berzkirin.

Dîrok û navnîşanên çalakiyên ku wê li Danîmarkayê werin lidarxistin wisa ne:

21’ê Çileyê roja Çarşemê di saet 12.00’an de li pêşiya Qada Parlamentoyê,

23’yê Çileyê roja Înê di saet 18.00’an de li Qada Nytorv

24’ê Çileyê roja Şemiyê di saet 13.00’an de wê li Qada Şaredariya Vesterbrotorvê meşek were lidarxistin.