Li Londonê, Kurdistaniyên ku bi rojan in li dijî êrîşên Tirkiye û çeteyên girêdayî HTŞ'ê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çalakiyan li dar dixin, vê carê li ber Wezareta Karên Derve ya Îngilîstanê kom bûn. Çalakiya li ber avahiya wezaretê bi deqeyek rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdên şoreşa Kurdistanê dest pê kir.
Di çalakiyê de gelek caran dirûşmeyên “Long live Rojava”, “Bijî Berxwedana Rojava”, “HTŞ’ê yê bermahiya DAÎŞ’ê rawestînin”, “Terorîst Colanî”, “Terorîst Erdogan”, “Bijî Kurdîstan”, “Bijî YPG” hatin berzkirin. Di çalakiyê de flamayên ku wêneyên Rêber Apo li ser bûn û alên YPG û YPJ’ê hatin hilgirtin. Her wiha pankartek bi nivîsa "Terorîst Colanî" hate vekirin.
Di axaftinan de, êrîş û hewldanên komkujiyê yên rêxistinên cîhadîst bi taybet yê HTŞ’ê ku bermahiya DAÎŞ’ê ye yên li Îngilîstanê hatin kirin bi bîr xistin û wiha hate gotin: "Gelê Rojava ji bo rûmeta mirovahiyê li dijî van avahiyên terorîst ên cîhadîst şer kir. Aştî, demokrasî û azadî anîn wan xakan. Her kes wê bedela bêdengiya li hemberî Rojavayê bidin. Belê DAÎŞ ji nû ve hat û bêdengiya we tê wateya xwîn û hêstiran."
Çalakiya ku tevî sarma û bararê bi saetan dewam kir, ji aliyê hunermendan bi sirûd, dirûşme û çepikan bi dawî bû.