Ji Parlamenterê Avustralyayi ji Wezîra Karên Derve Penny Wong re li ser Helebê name

Parlamenterê Partiya Karker a di desthilatdariyê de ye (ALP) Anthony D’Adam, ji ber êriş û koçberkirina bi zorê li taxên Kurdan li Helebê dijîn, ji Wezîra Karên Derve Senator Penny Wong daxuyanî xwest.

Parlamenterê Partiya Karker a ku di desthilatdariyê a Avustralyayê de ye (ALP) Anthony D’Adam, nameyek ji Wezîra Karên Derve Senator Penny Wong re şandiye, li ser êriş, komkujî û koçberkirina bi zorê li Kurdan li Helebê dijîn.

Di nameyê de ev gotin cih digirin:

“Birêz Wezîr,

Bi navê endamên civaka Kurd ên xemgîn, li ser zêdebûna tengezariyên di navbera artêşa Sûriyê û Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) ên bi serokatiya Kurdan de li Helebê di demên dawî de ez ji we re dinivîsim. Ev rewş nîşan dide ku pevçûnek cidî ya ku sivilan dixe xetereyê zêde dibe.

Ev pêşketin bûne sedem ku taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên li Helebê ku bi piranî Kurd lê dijîn, bên bombebarankirin û sivîlên bêguneh jiyana xwe ji dest bidin. Li gorî agahiyên ku ji min re hatine ragihandin, nêzî 500 hezar Kurd li van taxan dijîn û nêzî 50 hezar ji wan di rojên dawî de hatine koçberkirin. Her wiha, hin rêyên diçin van taxan hatine girtin û ev yek bûye sedem ku hin sivîl di bin dorpêçê de bimînin.

Endamên civaka Kurd a li Avustralyayê û rêxistinên civaka Kurd xem û fikarên xwe anîne ziman, ev xem bi taybetî ji ber malbat û kesên xwe yên li Sûriyê ne. Ji ber qutbûna înternetê û bi zorê derxistina niştecihan ji malên xwe, ew nikarin bi xizm û kesên xwe yên li Sûriyê re têkilî daynin. Wekî ku hûn ê qebûl bikin, ev rewş di nav endamên civakê de xem û fikareke mezin çêdike. Her wiha, nûçeyên li ser şervanên ku nîşanên DAIŞ’ê li xwe kirine jî wan xemgîn dike.

Neteweyên Yekbûyî jî xemgîniya xwe aniye ziman û bang li hemû aliyan kiriye ku tengezariyê kêm bikin û tedbîrên pêwîst bigirin da ku ziyana zêdetir li sivîlan neyê kirin.

Civaka Kurd dixwaze bizane ku Hikûmeta Avustralyayê çawa bersiv daye vê rewşê û çawa dikare piştgiriyê bide Avustralyayîyên xemgîn bi awayê herî baş. Ez bi rêzdarî zêdetir agahî û arestekirin dixwazim li ser vê mijarê.

Ji bo eleqeya we ya li ser vê mijara lezgîn nîşan bidin spas, ez li benda bersiva we me.

Bi rêzdarî, 

Anthony D’Adam”