Li Munihê mitînga piştgiriya bi Rojava re
Kurdistanî û dostên wan ên li Munihê, êrîşên çeteyan ên li ser Rojava li pêşiya Konsolosxaneya Amerîkayê protesto kirin û peyama piştgiriya bi Rojava re dan.
Kurdistanî û dostên wan ên li Munihê, êrîşên çeteyan ên li ser Rojava li pêşiya Konsolosxaneya Amerîkayê protesto kirin û peyama piştgiriya bi Rojava re dan.
Li bajarê Munih ê Elmanyayê, Kurdistanî û dostên wan ku bi rojan in li dijî êrîşên çeteyên DAÎŞ, Tirkiye û HTŞ’ê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çalakiyan dikin, îro li pêşiya Konsolosxaneya Amerîkayê kom bûn.
Çalakiya ku li pêşiya konsolosxaneyê hate lidarxistin, ji bo bîranîna şehîdên şoreşa Kurdistanê bi deqîqeyek rêzgirtinê destpê kir. Di dema rêzgirtinê de sirûd hatin xwendin û çalakvanan gelek caran dirûşmeyên “Bijî Berxwedana Rojava”, “Terorîst Colanî”, “Terorîst Erdoğan”, “Bijî Kurdîstan” ve “Bijî YPG” berzkirin. Di çalakiyê de alên YPG û YPJ’ê hatin hildan.
Di axaftinên mitîngê de hate destnîşankirin ku DYA’yê tevî tifaqa demdirêj a bi QSD’ê re ya li dijî DAÎŞ’ê, mudaxeleyê êrîşan nekiriye. Girseyê diyar kir ku rewşa li Rojava wekî ku di sala 2014’an de Kobanê ketibû dorpêça DAÎŞ’ê krîtîk e û bang li Kongreya DYA’yê kir ku li dijî êrîşên bi hevkariya HTŞ-Tirkiye berpirsyariyê bigre.