Euskal Herria Bildu (Eh Bildu) ku federasyoneke ku ji partiyên serbixwe yên Spanyayê pêk tê, derbarê êrîşên çeteyên HTŞ’ê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daxuyaniyek nivîskî weşand.
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku pevçûnên bi çek ên rêveberiya Şamê ve hatiye destpêkirin, encamên giran li ser sivîlan çêkiriye.
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku gelê Kurd û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) di têkoşîna li dijî cîhadîzmê de roleke mînak li xwe girtine û wiha hate gotin, "Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê modelek serkeftî ye ku divê were piştgirîkirin, rêzgirtin û naskirin. Agirbestekî tavilê û bigarantî ji her demê bêtir pêwîst e. Her wiha misogerkirina ewlehî û parastina civaka Kurd pir girîng e.
Di daxuyaniyê de ji bo parastina aramiya herêmê û nehiştina tevgerîna DAÎŞ’ê ji nû ve, banga ji nû ve pêkanîna kontrola girtîgehên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hate kirin.
EH Bildu, di dawiya daxuyaniyê ev peyam da gelê Kurd, “Silavên xwişk-biratî û piştgiriya tam.”