Li paytexta Brîtanyayê Londonê, Kurdistaniyan bê navber çalakiyên xwedîderketina li berxwedana Rojava didomînin. Kurdistaniyan bêyî ku serma û baranê bifikirin, êvarê li ber stasyona herî populer a bajêr Piccadilly Circus kom bûn û êrîşên dewleta Tirk piştgirî dide HTŞ û çeteyên cîhadî yên li ser bajarên Rojava protesto kirin.
Di çalakiyê de ku xwendekarên ciwan ên Kurd jî tevlî bûn, dirûşmeyên “Bijî Berxwedana Rojava”, “Terorîst Colanî”, “Terorîst Erdoğan”, “Rojava Rojhilat e Kurdistan yek welat e”, “Kurdistan Kurdistan, yan serkeftin yan neman” hatin gotin. Di çalakiyê de alayên YPG û YPJ’ê hatin hildan û hate destnîşankirin ku Kurdên ku rûmeta mirovahiyê li hemberî DAÎŞ’ê parastin, rizgar kirin û biparêzin, niha ji aliyê HTŞ’ê yê bermahiyê DAÎŞ’ê ve tên êrîşkirin.
Bi sedan Kurdistanî ji bo protestokirina bêdengiya Brîtanyayê li hemberî HTŞ’ê, Oxford Circus’a ku bi hezaran tûrîst lê ne, ji trafîkê re girtin. Dema Kurdan rê ji trafîkê re girtin, polîsan mudaxele li çalakvanan kir. Di encama pevçûnê de çalakvanên ku ji berxwedanê tawîz nedan, bi rûniştina dirêj çalakiya xwe li ser cadeyê domand.
Çalakvanên ku serma û baranê li ber xwe girtin, ji Piccadilly Circus ber bi Meydana Trafalgar ve meşiyan. Meşa ku di bin dorpêçkirina polîsan de pêk hat, ji aliyê derdorê ve bi eleqeyeke mezin hate pêşwazîkirin. Meşa ku ciwanên Kurd pêşengiya wê dikirin, li Trafalgar bi dawî bû. Piştî wê ciwanan çalakiyên xwe li metroya Londonê bi çepik, slogan û stranên şoreşgerî domand.
LI LSE’YÊ ÇALAKIYA PARASTINA ROJAVA
Di çarçoveya seferberiya Rojava de li Londonê, ciwanên Kurd li yek ji zanîngehên herî girîng ên cîhanê London School of Economics (LSE) çalakiyek lidar xistin. Di hundirê zanîngehê de bi dirûşme, çepik û tilîliyên bilind belavok hatin belavkirin û dûrşme hatin berzkirin. Ciwanên Kurd di daxuyaniya xwe de gotin ku Rojava hêviya rizgariya mirovahiyê ye û parastina Rojava tê wateya parastina azadî, wekhevî û mirovahiyê.