Li Lorientê gel ji bo Rojava qadan naterikinin
Li Lorîentê Kurdistanî, endamên Navenda Çanda Elewiyan a Morbihan û dostên wan di çalakiya li dijî êrîşên li ser Rojava hate lidarxistin de li hev civiyan û peyamên piştevaniyê dan.
Li Lorîentê Kurdistanî, endamên Navenda Çanda Elewiyan a Morbihan û dostên wan di çalakiya li dijî êrîşên li ser Rojava hate lidarxistin de li hev civiyan û peyamên piştevaniyê dan.
Li bajarê Lorient ê Fransayê, li dijî êrîş û gefên li ser Rojava zêde dibin, çalakî hate lidarxistin. Çalakî li Place Aristide Briandê pêk hat û gelek Kurdistanî, endamên Navenda Çanda Elewiyan a Morbihan û dostên Kurdan tevlî bûn.
Di axaftinên çalakiyê de hate destnîşankirin ku Rojava ne tenê ji bo gelê Kurd, ji bo gelên Rojhilata Navîn jî modelek girîng e ku gel bikaribin jiyanek wekhev û demokratîk ava bikin. Axaftvanan diyar kirin ku êrîşên komên cîhadîst ên girêdayî El Qaîde û DAÎŞ’ê li ser Rojava zêde bûne û da zanîn ku ev kom ji aliyê hin hêzên herêmî û navneteweyî ve têne piştgirî kirin an jî nedîtî ve hatin.
Axaftvanan bêdengiya civaka navneteweyî, bi taybetî ya Fransayê rexne kirin û diyar kirin ku ev helwest rê li ber ji nû ve bidestxistina hêzê ya DAÎŞ û komên wekî wî vedike. Her wiha bang li Fransa û hêzên din ên navneteweyî hat kirin ku li dijî komên cîhadîst gavên şênber bavêjin û Rojava ji aliyê siyasî ve nas bikin.
Dostên gelê Kurd ên ku beşdarî çalakiyê bûn jî axivîn û diyar kirin ku piştevaniya bi Rojava re ne tenê siyasî ye, di heman demê de berpirsiyariyeke mirovî û gerdûnî ye. Beşdaran diyar kirin ku divê têkoşîna gelê Rojava ya li ser bingeha azadîxwaziya jinan, wekhevî û jiyana hevbeş were parastin.
Di dawiya çalakiyê de hate diyarkirin ku piştevaniya bi Rojava re dewam bike, ew ê li dijî êrîşan bêdeng nemînin û qadan neterikînin. Beşdaran banga tevlîbûna çalakiya ku wê sibê li bajarê Vannesê were lidarxistin kirin.