BI DÎMEN

Li Stuttgartê ji bo Rojava çalakiya konvedanê: Bila êrîş werin rawestandin

Kurdistanî û dostên wan ên li Stuttgart û derdora wê dijîîn, bi armancca protestokirina êrîşên çeteyên HTŞ û Tirkiyeyê her roj bêyî navber çalakiyan li dar dixin.

Li bajarê Stuttgart ê Elmanyayê, Kurdistanî û dostên wan bi armancca protestokirina êrîşên çeteyên HTŞ û Tirkiyeyê çalakiya konvedanê dan destpêkirin. Çalakî li dora kona agahdarkirinê ya li Rotebuhlplatzê hatiye danîn, dewam dike.

Çalakvanan bi berzkirina dirûşmeyên “Bijî Berxwedana Rojava”, “Jin Jiyan Azadî” û “Terorîst Colanî–Erdogan” danezanan belav dikin. Çalakiya ku her ku diçe girseyî dibe, tê payîn ku heta saetên derengî dewam bike.

Organîzatorên çalakiyê ragihandin ku wê çalakiya konvedanê wê her roj dewam bike. Her wiha ragihandin ku roja Şemiyê di saet 14:00’an de li Lautenschlagerstraße meşekî girseyî were lidarxistin.