BI DÎMEN

Li Kopenhagê mitînga piştevaniya bi Rojava re: Bi hezaran li ber parlamentoyê kom bûn

Kurdistanî û dostên wan li paytexta Danîmarka Kopenhagê bi tevlîbûna hezaran kesan mitînga piştevaniya bi Rojava re li dar xistin. Gelek partiyên siyasî yên Danîmarkayê tevlî mitîngê bûn.

Di çalakiyê de ji Têkiliyên Derve ya Partiya Gel a Sosyalîst (SF) Berdevk Karsten Honge, Parlamentera SF’ê Halîme Oguz, Parlamenterê Enhedslisten Sören Søndergaard, Serokê Enhedslisten Pelle Dragsted, Serokê Radîkal Venstre Martîn Lidegaard û aktîvîsta “Jin Jiyan Azadî” Jino Viktoria Koabi yek bi yek axivîn.

Di axaftinan de hate destnîşankirin ku hêzên YPG û YPJ’ê ya li dijî DAÎŞ’ê, di aliyê nirxên gerdûnî de jî xwedî girîngiyeke mezin e û hate diyarkirin ku wê piştevaniya ji bo Rojava dewam bike.

Piştî axaftinan, siyasetmedar ji bo tevlîbûna pêşnûmepirsa ku wê têkildarî êrîşên dagirkeriyê yên li ser Rojava were pêşkêşkirina Parlamentoya Danîmarkayê, derbasî parlamentoyê bûn.

Nûnera PYD’ê Hanîfe di mîtîngê de axivî, bang li beşdaran kir û got, “Em şev û roj li kolanan bin. Em ji vir bibin bersiv ji berxwedana YPG û YPJ’ê re.”

Mîtînga ku bi tevlîbûna Kurdistaniyan û dostên wan hate lidarxistin, heya bidawîbûna rûniştina parlamentoyê dewam kir.

Di tevahiya çalakiyê de dirûşmeyên “Bijî YPG, Bijî YPJ”, “Yek e yek e, gelê Kurd yek e”, “Bijî Rojava”, “Terorîst Erdogan”, “Terorîst Golanî” û “Şerm bike DYE” hatin berzkirin.

Di mîtîngê de her wiha ji bo çalakiyên ku wê rojên pêş dewam bikin jî bang hate kirin.