Li Baselê partiyên siyasî ji bo Rojava û Rojhilat banga hevpar dan

Partiya Sosyalîst, Keskan û BastA! li dijî zêdebûna zext û êrîşên li ser sivîlên li Îran, Rojhilat û Rojavayê daxuyaniyek hevpar dan û xwestin ku binpêkirinên mafên mirovan bi dawî bibin û berpirsiyar werin darizandin.

Li bajarê Basel a Swîsreyê, Partiya Sosyalîst (SP), Partiya Keskan (GRUNE/JGB) û Partiya BastA! li dijî zêdebûna zext û êrîşên li ser sivîlan li Îran, Rojhilat û Rojavayê daxuyaniyek hevpar dan. Di daxuyaniyê de hem polîtîkayên zextê yên sîstematîk ên rejîma Îslamî ya Îranê û hem jî êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi tundî hatin şermezarkirin.

Partiyên siyasî destnîşankirin ku êrîşên di bin berpirsiyariya Colanî de tên kirin, rê li ber binpêkirinên giran ên mafên mirovan vekirine û daxwaz kirin ku ev êrîş tavilê werin rawestandin. Di daxuyaniyê de hat xwestin ku lêpirsînên serbixwe û navneteweyî li ser binpêkirinên mafên mirovan werin destpêkirin û kesên berpirsiyar li gorî qanûnên navneteweyî werin darizandin.

Di daxuyaniyê de îşaret bi rewşa li Îranê jî hate kirin û hate destnîşankirin ku rejîma totalîter êrîşên xwe yên sîstematîk li dijî xwepêşanderan û civaka sivîl didomîne. Hate destnîşankirin ku ev zext armanc dike ku zextê ji rêzê bike û tevî vê yekê jî berxwedana gel dewam dike.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku wêrekî, piştevanî û baweriya bi mafên mirovan ên gerdûnî hêviyê li Îran û herêmê zindî dihêle.

Di dawiya daxuyaniyê de wiha hate gotin, “Cihê me li kêleka kesên bindest e, em li dijî bêdengî û asayîbûna bêedaletî ne.”