Partiyên çepgir ên Yewnanistanê ji bo Rojava banga mudaxeleya navneteweyî kirin

Partiyên çepgir ên li Parlamanta Yewnanistanê li dijî êrîşên li ser Rojava bang li hêzên navneteweyî û YE’yê kirin ku bi lezgînî mudaxele bike.

Partiya Koalîsyona Çepgir a Radîkal (SYRIZA) û Partiya Çepgir a Nû (Nea Aristera) ên li Parlamenta Yewnanistanê, bi daxuyaniyekê êrîşên HTŞ, DAÎŞ û komên ku ji aliyê Tirkiyeyê ve tên destekkirin li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kirin û bang li civaka navneteweyî kirin ku bi lezgînî mudaxele bike.

SYRIZA destnîşan kir ku tevî agirbestê jî, êrîşên li ser deverên Kurdan, bi taybetî deverên dora Kobanê berdewam dikin ku xetereya qirkirina etnîkî çêdike. SYRIZA, diyar kir ku Kurdên Sûriyeyê ji ber polîtîkayên DYE û Tirkiyeyê bi tenê hatine hiştin û daxwaza tedbîrên navneteweyî yên bilez, di nav de cezayan kirin.

SYRIZA da xuyakirin ku ew alîgirê vê yekê ne ku vîzyonek demokratîk, pirçandî û federal li Sûriyeyê bê avakirin û diyar kir ku pêşî divê li karesatek mirovî ya nû were girtin.

Serokê Partiya Çepgir a Nû Alexis Charitsis, got ku Rojava bi gefa tunekirinê re rû bi rû ye û xetereya kuştinên girseyî û sûcên şer zêde dibe. Charitsis, diyar kir ku Yewnanistan û welatên Ewropî, bi taybetî wekî endamek demkî yê Konseya Ewlekariyê ya NY, divê berpirsiyariya çalak bigirin ser milên xwe.

Charitsis, banga seferberiya navneteweyî kir û got, "Di demeke ku gelekî bi tunebûnê re rû bi rû bimîne, bêdengî hevkarî ye."