EWROPA
Hemû Nûçe
-
Remzî Kartal: Nêzîkatiya li Rojava pîvana nêzîkatiya li pirsgirêka Kurd e
Hevserokê Kongra Gel Remzî Kartal anî ziman ku nêzîkatiya desthilatdariya AKP-MHP'ê ya li pêvajoyê ne cihê baweriyê ye û got, "Nêzîkatiya li Rojava û Rêber Apo pîvana nêzîkatiya li çareseriya pirsgirêka Kurd e." -
Li Floransayê di civîna ‘Filistîn-Kurdistan’ de banga ‘enternasyonalîzmeke nû’ hat kirin
Li bajarê Floransa yê Îtalyayê, êvara 5’ê Çileya 2026’an de li Mala Gel a Quintoyê civînek bi sernavê “Filistîn û Kurdistan: Di Navbera Şer û Şoreşê de” hate lidarxistin. Nêzî 150 kes beşdarî çalakiyê bûn. -
KCDK-E banga beşdarbûna meşa Parîsê li Kurdan û dostên wan kir
Kongreya Civakên Demokratîk ên Kurdistaniyê li Ewropayê (KCDK-E) bang li Kurdan û dostên wan ên li Ewropayê kir ku ji bo meşa Parîsê ya di salvegera qetilkirina sê şoreşgerên jin de wê lidarxistin seferber bibin. -
Li Boblingenê şehîdên Parîsê hatin bibîranîn
Li bajarê Boblingen ê Elmanyayê, bi sedan Kurdistanî li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd hatin cem hev û kesên ku di salên 2013 û 2022’an de li Parîsê hatibûn qetilkirin, bi bîr anîn. -
TCŞ ji nû ve tê avakirin: Konferans 24’ê Çileyê li Parîsê ye
Rêxistina ciwanên Kurdistanî ên li Ewropayê dijîn Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) ragihand ku ew ê di 24’ê Çileyê de ‘’Konferansa Jinûveavakirinê’’ li dar bixe. -
Li Swîsreyê seferberiya ji bo meşa 10'ê Çileyê: Ji bo edaletê berê xwe bidin Parîsê!
Ji bo meşa 10'ê Çileyê ya ji bo ronîkirina komkujiyên Parîsê li Swîsreyê amadekarî têne kirin. Nûneran bang kirin ku ji her kantonê bi otobusan tevlîbûn li meşa Parîsê bê kirin. -
Danişîna aktîvîstên Kurd taloqî sibê hate kirin
Li Îngiltereyê doza 6 aktîvîstên Kurd ku bi îdiaya “endamtiya PKK’ê” li dadgeha Old Bailey dihatin darizandin, dest pê kir. Tê payîn ku doz nêzî sê mehan bidome û ev doz wekî qonaxeke nû ya krîmînalîzekirina civaka Kurd tê nirxandin. -
Seroka Komîsyona Ewropayê Ursula von der Leyen wê biçe Sûriyeyê
Hate ragihandin ku Seroka Komîsyona Ewropayê Ursula von der Leyen wê dawiya vê hefteyê biçe Sûriyeyê. -
Sara, Rojbîn û Ronahî li Munchenê hatin bîranîn
Li Munchenê Kurdan li gel dostên xwe yên Elman şoreşgerên 9'ê Çileya 2013'an li Parîsê hatin qetilkirin Sakîne Cansiz (Sara), Fîdan Dogan (Rojbîn) û Leyla Şaylemez (Ronahî) bi bîr anîn. -
Amadekariyên meşa 'Edalet ji bo heqîqetê' dewam dikin
Ji bo meşa protestoyî û bîranîna komkujiyên Parîsê ya 10'ê Çileyê amadekarî dewam dikin. Di serdanan de hate ragihandin ku wê komkujiyan nedin jibîrkirin û dest ji têkoşîna edaletê bernedin. -
Li Darmstadtê Şehîd Sîdar Amed hate bibîranîn
Şeref Ay, li ser xwişka xwe Sîdar Amed re behsa girêdana malbata xwe ya bi têkoşînê re kir. Aktîvîsta TJK-E’yê Sara Aktaş jî destnîşan kir ku nêzikatiya li hemberî şehîdan tenê bi bîranînê sînordar nîn e. -
Li Nantesê civîna gel hate lidarxistin
Li bajarê Nantes ê Fransayê, bi tevlîbûna Siyasetmedar Fesih Demîrcî civîna gel hate lidarxistin. Di civînê de hate destnîşankirin ku divê fikrên Rêber Apo werin fêmkirin û xwedî li Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk were derketin. -
Şehîd Şoreş Brûsk li Parîsê hat bibîranîn
Ji bo gerîlayê HPG’ê Şoreş Brûsk (Servet Kartal) li herêma Villeneuve ya Parîsê sersaxî û bîranîn hate lidarxistin; hevrêyênê wî banga xwedîderketina li têkoşînê kirin. -
Li Parîsê banga tevlîbûna meşa 10’ê Çileyê hat kirin
Li Villeneuve, beriya meşa ku wê di 10’ê Çileyê de li Gare du Nordê were lidarxistin, xebatên afîşê û civîna bi gel re hatin kirin û banga tevlîbûnê hate kirin. -
Kavak: Bersiva herî bi wate ya ku em bidin şehîdên Parîsê, mezinkirina têkoşîna rêxistinkirî ye
Siyasetmedar Bedrettin Kavak ku beşdarî bîranîna şehîdên Parîsê ya li Strasbourgê bû, destnîşan kir ku bersiva herî mezin a ji bo komkujiyên Parîs yên ku di bîra kolektîf a gelê Kurd de şopên kûr hiştine mezinkirina têkoşîna rêxistinkirî ye. -
Amadekariyên meşa 10’ê Çileyê ya Parîsê bi dawî bûn
Komîteya amadekar ji bo cara dawî amadekariyên meşa 10’ê Çileyê ya Parîsê di ber çavan de derbas bike civiya. Komîteyê ragihand ku ew ê heta roja dawî xebatên girseyî bidomînin û banga beşdarbûna çalakiyê kir. -
Li Dresdenê çalakiya piştevaniyê ji bo girtiyên siyasî hate lidarxistin
Di roja dawî ya salê de, li bajarê Dresden ê Elmanyayê li pêşiya girtîgehê çalakiya piştevaniyê ji bo girtiyên siyasî hate lidarxistin. Di çalakiyê de danezanên kurt hatin xwendin û bi dirûşmeyan daxwaza berdana girtiyan hate kirin. -
Çalakvanên Strasbourgê peyama sala nû dan
Çalakvanên ku di hefteya 706’an de Nobeta Azadiyê dewr girtin, sala nû ya Rêber Apo, şervanên azadiyê û hemû welatparêzan pîroz kirin û peyama, “Di sala 2026’an de jî xizmetê bidomînin” kirin. -
Peyama sala nû ya KON-MED’ê: Pêşeroja hevpar bi çareseriya demokratîk pêkan e
Hevserokatiya KON-MED’ê sersala nû pîroz kir û banga berpirsyarîgirtina ji bo çareseriyeke demokratîk, aştiyane û li ser bingeha îradeya gelan û mezinkirina piştevaniya kir. -
Bulgaristan derbasî euoryê dibe: Fikarên bêîstîkrariya aborî û siyasî hene
Bulgaristan wê şeva Pêncşemê derbasî euroyê bide û bibe 21’emîn welatê Yekîtiya Ewropayê yê pereyê hevpar bi kar tîne. -
FEDA Û DAKB’ê ji bo Sûriyeyê bang li civaka navneteweyî kirin
FEDA û DAKB’ê diyar kirin ku li Sûriyeyê êrîşên li ser bingeha mezhebî û etnîkî zêde bûne û bang li Netewetên Yekbûyî û saziyên navneteweyî yên têkildar kirin ku mekanîzmayên parastin, lêirsîn û çavdêrkirinê bixin dewrê. -
Banga tevlîbûna meşa ji bo salvegera 13’emîn a Komkujiya Parîsê hat kirin
Ji bo bîranîn û meşa protestoyî ku ji ber salvegera 13’emîn a Komkujiya Parîsê ya 9’ê Çileya 2013’an, di 10’ê Çileyê de li Gare du Nordê were lidarxistin, xebatên belavkirina danezanan û afîşê hatin kirin. -
Peyama 2026’an a PÎK’ê: Bila ji bo gelê Kurd bibe sala yekîtiyê
Partiya Îslamiya Kurdistan (PÎK) sala 2026’an pîroz kir û destnîşan kir ku pêwîstî bi parastina destkeftiyên li Rojava û yekîtiya navxweyî ya gelê Kurd heye. -
Peyama sersalê ya KOMAW’ê
Komeleya Malbatên Şehîdan (KOMAW), di sersala nû de hestên xwe yên piştgiriyê ji bo malbatên şehîdan ragihand û daxwazên xwe yên ji bo aştî, demokrasî û jiyana azad parve kir. -
KCDK-E’yê ji bo piştevaniya gelê Elewî yê li Sûriyeyê bang kir
KCDK-E’yê diyar kir ku komkujiyên li ser Elewiyên Ereb ên li Lazqiye û Tartûsê dewama dijminahiya li dijî Elewiyan ya ji serdema DAÎŞ’ê ne bang li raya giştî ya navneteweyî kir ku helwesta xwe nîşan bide û piştevaniya gelê Elewî yê li Sûriyeyê bike.