NÛ DIBE

Li Ewropayê Kurd li dijî êrişên HTŞ û dewleta Tirk a dagirker bûn yek

Li bi dehan bajarên Ewropayê bi deh hezaran Kurdistanî û dostên wan derketin qadan û êrişên HTŞ û çeteyên di bin kontrola dewleta Tirk a dagirker de yên li ser Rojavayê Kurdistanê protesto kirin. Girseya gel peyama "Em ê li dijî terora HTŞ û dewleta Tirk

Êrişên komên ku ji bermahiyên DAÎŞ û çeteyên mîna wê ji hêla dewleta tirk a dagirker ve hatine avakirin û bi Hikûmeta Demkî ya Şamê ya dagirker ve hatine girêdan, ji 6’ê Rêbendanê ve li ser Rojavayê Kurdistanê bê navber didomin. Li gelek welatên Ewropayê, Kurdistanî ji bo piştgiriya gelê Rojavayê Kurdistanê, her çar parçeyên Kurdistanê derketin qadan, êrişên çeteyan şermezar kirin û bêdengiya raya giştî ya navneteweyî rexne kirin.

HAMBURG

Bi banga Meclîsa Gelê Kurd a Demokratîk a Hamburgê (DKHM), li bajarê Hamburgê yê Elmanyayê bi deh hezaran kesan meşek li dar xistin û êrişên HTŞ û çeteyên di bin kontrola dewleta Tirk a dagirker de yên li ser Rojavayê Kurdistanê protesto kirin.

Girseya ku li Hauptbahnhof a Navendî ya Hamburgê kom bû, ber bi Gansemarktê ve meşiya. Meclîsa Jinê ya Rojbîn, TCŞ, enternasyonalîstên Elman û gelek Kurdistanî beşdarî meşê bûn. Beşdaran pankartên bi nivîsa “Êrişên dewleta Tirk ya dagirker û cîhadîstan rawestînin! Parastina Rojava û şoreşa jinê bikin!”, “Êrişên li ser Rojava û Rojhilatê Kurdistanê rawestînin, piştgiriyê bidin protestoyên li Îranê!” û “Em amade ne li dijî kesên ku dixwazin azadiya me ji destê me bigirin rawestin!” hildan.

AACHEN

Li bajarê Aachen ê Elmanyayê di pêşengiya Komeleya Gelê Kurd de ji bo piştgiriya berxwedana Rojavayê Kurdistanê mîtîngek hate lidarxistin. Bi hezaran Kurd û ciwanên Antîfa beşdarî çalakiyê bûn. Di mîtîngê de hate destnîşankirin ku li dijî êrişên HTŞ/DAÎŞ û dewleta Tirk a dagirker û emperyalîst, berxwedana Rojavayê Kurdistanê wê bi ser bikeve.

HEILBRONN

Li bajarê Heilbronn ê Elmanyayê li dijî êrişên dewleta Tirk a emperyalîst û çeteyên girêdayî Hikûmeta Demkî ya Şamê, bi sedan Kurdistanî û dostên wan mîtîngek li dar xistin. Di çalakiyê de hate gotin ku berxwedana Rojavayê Kurdistanê berxwedaneke birûmet e, û wê her çar parçeyên Kurdistanê azad bike.

HELSINKI

Li paytexta Fînlenda Helsînkî, ji bo piştgiriya berxwedana Rojavayê Kurdistanê ya li dijî dewleta Tirk a dagirker û çeteyên Hikûmeta Demkî ya Şamê çalakiyeke girseyî hate lidarxistin. Şandeyek ji çalakgeran çû Konseya Ewropayê û derbarê rewşa Rojava de dosyeyek pêşkêş kir.

DEN HAAG

Li Hollandayê di çarçoveya seferberiya li dijî êriş û komkujiyên li Rojavayê Kurdistanê hate ragihandin de, Kurdistanî herikîn kolanan. Bi hezaran Kurdistanî ber bi Konsolosxaneya tirrkiyeyê ve meşiyan û bi Kurdî û Hollandî dirûşmên “Cîhadîst Jolani ji Kurdistanê bicehime!”, “Yek e! Yek e! Kurdistan yek e!”, “Bijî Berxwedana Rojavayê Kurdistanê” û “Ji Rojavayê Kurdistanê re Azadî” berz kirin.

LYON

Li bajarê Lyon ê Fransayê, êrişên ku bi hevkariya çeteyên HTŞ’ê û dewleta Tirk li ser Rojava têne kirin, bi çalakiyekê hatin protestokirin. Kurdistaniyan û komên piştgiriyê, ji qada Place de la Comédie dest bi meşê kirin û li seranserê kolana Rue de la République meşiyan.

Di dema çalakiyê de dirûşma “Bijî berxwedana Rojava” derket pêş û girseya gel bi yek dengî dirûşmên mîna “Bijî Rojava”, “Bijî Kurdistan”, “Biqehire Colani” û “Rojava, Rojhilat, Kurdistan yek e” berz kirin. Di meşê de komên çepgir û anarşîst ên Fransî jî cih girtin û peyamên piştgiriyê dan gelê Kurd. Di daxuyaniyan de hate xwestin ku êrişên li ser Rojavayê Kurdistanê tavilê werin rawestandin û mafê xweparastinê yê gelê Kurd bi fermî were naskirin.

STRASBOURG

Piştî hewildanên komkujiyê yên çeteyên HTŞ’ê ku bi piştgiriya dewleta tirk a dagirker li dijî Rojavayê Kurdistanê pêk tînin, li Ewropayê biryara seferberiyê hatibû girtin. Li bajarê Strasbourg ê Fransayê jî di çarçoveya vê seferberiyê de biryara çalakiya bêdem hate girtin. Çalakgeran li gelek xalên bajêr û bi taybetî li ber Konsolosxaneya Amerîkayê çalakî pêk anîn.

Di daxuyaniyên li Strasbourgê de hat destnîşankirin ku gelê Kurd di nav şerekî man û nemanê de ye û bang li hemû Kurdên li cîhanê hate kirin ku qadan neterikînin. Di teksta ku ji raya giştî re hat xwendin de ev xalên krîtîk hatin ziman:

Hate diyarkirin ku heta hebûna gelê Kurd wekî neteweyekê li qada navneteweyî neyê naskirin, tundî û polîtîkayên hegemonîk bi dawî nabin. Û hate destnîşankirin ku Hikûmeta Demkî ya Şamê ya dagirker û çete ku di bin serokatiya Al-Şaraayê terorîst de, bi koordînasyona Wezîrê Parastinê yê dewleta Tirk a dagirker Yaşar Guler û Wezîrê Derve Hakan Fidan, êrişeke berfireh li dijî Rojavayê Kurdistanê dimeşîne.

GRAZ

Li bajarê Graz ê Avûstûryayê Kurdistaniyan îro di saet 17.00’an de çalakiyeke neplankirî li dar xist. Bi sedan beşdarvan bi armanca xwedîlêderketina berxwedana Rojava û gihandina dengê xwe ya ji tora îxanetê re hatin ba hev. Berzkirina dirûşmeyên weke “Bijî berxwedana Rojava”, “Bijî YPJ”, “Bijî YPG” coşa çalakiyê nîşan dan.

Di çalakiyê de pankart hatin vekirin û belavok hatin belavkirin û peyama zêdetir berxwedana li hemberî barbarîzm û zulma îxanetê hate dayîn. Beşdarvanan banga ‘’Dilê bi sedan Kurdistaniyan ji bo Rojava diavêje, em li cem we ne û li dijî we şer dikin’’ ragihand.

Di tevahiya çalakiyê de kîn û nefreta beşdarvanan xwe nîşan dan û dema ku anonsa belavbûnê hate kirin gelek kesan nexwest qadê biterikînin; lê belê bêçarebûna li ser rûyê wan xuya dikir.

Çalakî li gel banga çalakiya ku wê sibehî di saet 16.00’an de li Hauptplatzê were lidarxistin, bi dawî bû.

MONTPELLIER

Li bajarê Montpellier ê Fransayê jî gel îro di çarçoveya seferberiya Rojava de daket qadan. Çalakî bi deqeyekê rêzgirtina ji bo hemû şehîdên Kurdistanê dest pê kir. Piştre li pêşiya profektorê daxuyaniya çapemeniyê hate dayîn û girse derbasî meşê bû.

Meş, li qada Comedieyê veguherî mitîngê.  Mitîngê nêzîkî sê saetan dewam kir û piştre girse ber bi Stasyona Montpellierê ve meşiya. Girseyê peyama; ‘’Em ê tim li ser piyan bin, em ê bi hev re Rojava biparêzin, her der Rojava ye’’ hate dayîn. Her wiha beşdarvanan gelek caran dirûşemeya; ‘’Her der Rojava ye’’ berz kirin.

BRUKSEL

Kurdên li bajarê Brukselê jî li pêşia Parlamentoya Brukselê hatin ba hev û êrîşên li ser Rojava şermezar kirin. Di çalakiyê de li hemberî êrîşan nerazîbûn hate nîşandan û bang li raya giştî ya navneteweyî hate kirin ku bêdeng nemîne.

BREMEN

Li bajarê Bremen ê Elmanyayê bi pêşengtiya Meclîsa Gelê Kurd a Bremenê bi hezaran kes ji bo protestokirina êrîşên çeteyên girêdayî HTŞ’ê û dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daketin kolanan.

Meş li pêşiya bînaya Parlementoya Bremenê dest pê kir û heya Hauptbahnhofa Navend a Bremenê dewam kir. Girseyê sirûdên Ey Reqîb û Çerxa Şoreşê bi dengekî bilind xwendin.

Di dema çalakiyê de gelek caran dirûşmeyên; ‘’Bijî berxwedana gelê Kurd”, “Bijî berxwedana YPG’ê” , ‘’Terorîst Colanî’’ û ‘’Terorîst Erdogan’’ hatin berzkirin.

RENNES

Li bajarê Rennes ê Fransayê bi sedan Kurd bi armanca protestokirina êrîşên li ser Rojava û dayîna peyama piştevaniyê daketin kolanan. Di çalakiya ku tevî barana xurt hate lidarxistin de beşdarvan bi awayekî bibiryar tevlî meşê bûn. 

Meşê li Cadeya Colombierê dest pê kir û heya Qada Republiqueyê dewam kir. Di tevahiya çalakiyê de dirûşmeyên têkildarî piştevaniya ji bo Rojava hatin berzkirin û pankartên têkildarî têkoşîna gelê Kurd hatin hilgirtin. Meşa ku ji nava bajêr derbas bû bala welatiyan jî kişand.

Kesên ku çalakî organîze kirin, diyar kirin ku ew ê li hemberî geşedanên li Rojava bêdeng nemînin û bang li civaka navneteweyî kirin ku piştgiriyê bide gelê Kurd.

Piştî meşê li Qada Republiqueyê daxuyaniyek hate dayîn û ev yek hatin gotin: ‘’Sedema kombûna me ya îro ya li kolanên Rennesê eşkere ye. Em dengê xwe bilind dikin ku em ê li hemberî êrîşên li ser gelê me yê Rojava bêdeng nemînin. Baran, sarma yan jî zext nikarin pêşî li me bigirin. Ji ber ku tişta berbehs rûmet, azadî û pêşeroja gelekî ye.

Em ji vir vê bangê li raya giştî ya navneteweyî dikin: Têkoşîna gelê Kurd ya rewa bibînin, berxwedana li Rojava bibihîzin. Ev dengê ku îro li bajarê Rennesê bilind dibe, perçeyeke îtîraza hevpar e ku li gelek bajarên Ewropayê olan dide. Em ê piştevaniyê mezin bikin û li her derê têkoşînê bidomînin.’’

LİMASOL

Bi hezaran kes li bajarê Lîmasol ê Qibrisê ji bo protestokirina êrîşên qirkirinê yên ji aliyê çeteyên ku ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve têne piştgirşkirin li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, derketin qadan.

Di çalakiya ku bi banga mezinkirina piştevaniyê ji bo têkoşîna azadiyê ya gelê Rojava re hate lidarxistin de, hate destnîşankirin ku yekîtiya neteweyî ya gelê Kurd pir girîng e.

Li qadê gelek caran dirûşmeyên “Bijî berxwedana Rojava”, “Bijî berxwedana YPG-YPJ”, ”Terorîst Erdogan“ û ”Terorîst Colanî“ hatin berzkirin û wêneyên Erdogan û Colanî ji aliyê girseyê ve hate şewitandin.

Di danezana bi Yewnanî ya li çalakiyê hate xwendin de, hate destnîşankirin ku êrîşên ku dewleta Tirk li ser Rojava didomîne, destkeftiyên hevpar a gelan hedef digre û bang li gelên Ewropa û hêzên pêşverû hate kirin ku bêdeng nemînin.

Piştre, Nûnerê PYD’ê yê Qibrisê Yasîn Terbuş axivî. Terbuş diyar kir ku bêdengiya hêzên navneteweyî ya li dijî êrîşan nayê qebûlkirin û wiha got, ”Ev bêdengî cesaretê dide û zemînê j ibo polîtîkayên komkujiyê çêdike. Em ê wekî gel nebin hevkarê vê sûcê û berxwedanê mezin bikin.“

Çalakî bi peyama, ”Rojava wê bi ser bikeve, gel wê bi ser bikevin“ bi dawî bû.

LORIENT

Li bajarê Lorîent ê Fransayê li dijî êrîşên li ser Rojava û gefên zêde dibin, li Place Aristide Briandê çalakiya protestoyî hate lidarxistin. Gelek Kurdistanî û dostên wan tevlî çalakiyê bûn û piştevaniya bi Rojava re derket pêş. Her wiha îşaret bi berdêlên giran ên li dijî DAÎŞ’ê hate dayîn, hat kirin.

Di daxuyaniyê de bertek nîşanî bêdendiya hêzên navneteweyî û raya giştî hate dayîn û hate gotin ku ev bêdengî ji bo xurtbûna DAÎŞ û avaniyên wekî wî zemînê çêdike. Dostên Kurdan ên beşdarî çalakiyê bûn destnîşankirin ku piştevaniya bi Rojava re berpirsyariyeke mirovî û gerdûnî ye.

Girseyê piştî daxuyaniya çapemeniyê, tevî dirûşmeyan heta Stasyona Lorientê meşiyan. Di dema meşê de du caran hewldana provokasyonê hate kirin, polîsan du provokatoran binçav kirin.

Girseyê bang li raya giştî ya navneteweyî û saziyên demokratîk kirin ku li dijî geşedanên li Roajva, hestiyartir bibin û ragihandin ku ew ê sibê li heman qadê li hev bicivin.

KIEL

Li bajarê Kiel ê Elmanyayê ji bo protestokirina êrîşên li ser Rojava û Rojhilatê Kurdistanê çalakiyekî girseyî hate lidarxistin. Bi hezaran Kurdistanî û dostên wan ên ku li pêşiya Kiel Hauptbahnhofê li hev civiyan, li navenda Kielê meşa protestoyî ya girseyî li dar xistin.

Di tevahiya çalakiyê de dirûşmeyên “Rojava ne bi tenê ye“, “Dewletên kujer wê hesabê bidin“ û “Ev bêdengiya hêzên navneteweyî hevkariya sûc e“ hatin berzkirin.

Di çalakiyê de hate diyarkirin ku li dijî êrîşên li ser Kurdan berxwedan û piştevanî wê dewam bike.

DARMSTADT

Li bajarê Darmstadt ê Elmanyayê, bi sedan Kurdistanî di çalakiya ku ji aliyê FCDK-Kawa ve li Luisenplatzê hate lidarxistin de, êrîşên li ser Rojava û komkujiyan bi tundî şermezar kirin. Çalakî di navenda bajêr de bi meşekî girseyî pêk hat.

Ne tenê ji Darmstadtê, gelek kes ji bajar û herêmên derbdorê bi taybetî ji Bensheim, Aschaffernburg û Dieburgê tevlî meşê bûn. Di tevahiya meşê de dirûşmeyên “Bijî berxwedana Rojava”, “Jin jiyan azadî”, “Şehîd namirin” û “Bijî Serok Apo” hatin berzkirin.

NANTES

Li bajarê Nantes ê Fransayê, êrîşên ku bi hevkariya çeteyên HTŞ’ê û dewleta Tirk li ser Rojava tên kirin, hatin protestokirin. Bi hezaran kes tevlî meşa protestoyî bû. Meş ji Place du Commerce destpê kir û heta Gare de Nantesê dewam kir.

Di tevahiya meşê de dirûşmeyên “Bijî berxwedana Rojava” sloganı öne çıkarken, “Bijî Rojava”, “Bijî Kurdistan”, “Kahrolsun Colani” û “Rojava Rojhilate, Kurdistan yek welat e“ hatin berzkirin. Girseyê ku gihîşt pêşiya rawestegê, piştre ketin hundirê rawestgeha trenê û çalakiya xwe domandin.

Partiya Komunîst a Fransayê û komên çep û demokratîk ên cuda beşdarî çalakiyê bûn û piştevanî dan gelê Kurd. Di daxuyaniyan de hate xwestin ku êrîşên li ser Rojava tavile werin rawestin û mafê xweparastinê ya gelê Kurd were naskirin.

Girseyê destnîşan kir ku wê protesto dewam bikin û diyarkirin ku ew ê sibê di saet 18:30’an de li Place du Commerce li hev bicivin.

KASSEL

Li bajarê Kassel ê Elmanyayê bi hezaran kes li pêşiya Kassel Hauptbahnhofê li hev civiyan û êrîşên li ser Rojava protesto kirin. Çalakiya ku bi banga Komaleya Çanda Kurd a Kasselê hate lidarxistin, li dijî êrîşên DAÎŞ’ê ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê sivîlan hedef dike, peyamanên xurt hatin dayîn.

Di axaftina li ser navê Komaleya Çanda Kurd a Kasselê de hate destnîşankirin modela jiyanê ya demokratîk, azadîxwaziya jinan û pir gelî ya li Rojava tê hedefgirtin.

Di çalakiyê de bang li raya giştî ya navneteweyî û saziyên siyasî yên li Elmanyayê hate kirin û hate xwestin ku êrîşên DAÎŞ’ê yên li dijî sivîlan bi awayekî vekirî werin şermezarkirin, sivîl werin parastin û piştevaniya bi Rojava re were mezinkirin.  

KOPENHAG

Li paytexta Danîmarka Kopenhagê, ji bo protestokirina êrîşên çeteyan ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, çalakî hate lidarxistin.  Bi hezaran kes ji her aliyê bajêr beşdarî van çalakîyan bûn û qadan bi dirûşme, pankart û alayên Kurdî hatin tije kirin. Beşdaran bi yekdengî dirûşme avêtin û peyamên xwe bi zelalî ragihandin.

Di çalakiyê de dirûşmeyên, “Em yek in“, “Bijî berxwedana Rojava” derketin pêş. Çalakî yekîtiya gelê Kurd û piştgirîya wan ji bo berxwedana Rojava nîşan da.

AARHUS

Li bajarê Arhus ê Danîmarkayê  jî çalakiyek girseyî hate lidarxistin. Beşdaran li vir bi hest, qirîn û bi gotina “ez qurban” helwesta xwe li dijî êrîş û bêdadî nîşan dan. Di daxuyaniyan de hate destnîşan kirin ku gelê Kurd li dijî her cure êrîşê yek e û berxwedana Rojava wek berxwedana hemû gelê Kurd tê dîtin.

PARÎS

Li Parîsa paytextê Fransayê bi hezaran Kurdistanî û dostên Rojavayê, bi armanca protestokirina êrîşên li ser Rojava li Qada Invalides kom bûn. Çalakiya ku li nêzîkî Wezareta Karên Derve ya Fransayê û Parlamentoya Fransayê hate lidarxistin, di saet 17.00’an de dest pê kir.

Girseyê bi dirûşme û sirûdan anî ziman ku divê êrîşên li ser Rojava tavilê werin sekinandin, piştevaniya ji bo gelê li herêmê were xurtkirin û di serî de Fransa bêdengiya civaka navneteweyî nayê qebûlkirin. Nerazîbûnên têkildarî polîtîkayên hikûmeta Fransayê yên derbarê Rojava de derketin pêş.

Parlamenterên Fransiz Danielle Simonnet û Hadrien Clouet jî beşdarî çalakiyê bûn û di axaftinên xwe de bal kişandin ser êrîşên li ser Rojava û ev yek hatin gotin: ‘’Colanî dixwaze tecrûbeyên komunalîst û femînîst ên li Rojava ji holê rake. Erdogan dixwaze gelê Kurd tune bike. DAÎŞ, dubare derdikeve holê. Trump bi Şamê re bazirganiyê dike. Weke kesên serê xwe natewînin em daxwaza hêzeke navbeykariya navneteweyî dikin.’’

Piştre di navbera beşdarvan û polîsan de şer û pevçûn derketin û hate ragihandin ku gelek kes hatine binçavkirin. Ciwanan li hemberî mudaxeleya tund a polîsan û bombeyên gazê demeke dirêj li ber xwe dan, bûyer belav bûn li gelek cihên cuda yên bajêr û trafîka hin kolanan hate sekinandin.

Çalakvanan, bêdengiya Fransayê ya li hemberî Rojava  gelê Kurd şermezar kir, bang li Parlamentoya Fransayê kirin ku berpirsiyariyan bigire ser milên xwe û dan zanîn ku ew ê têkoşîna xwe bidomînin.

GOTEBORG/MALMO

Bi hezarn kes li bajarên Goteborg û Malmo yên Swêcê li dijî êrîşên li ser Rojava daketin qadan û piştevaniya xwe nîşan dan.

Di axaftinên çalakiyê de hate destnîşankirin ku êrîş hiştine ku hişendiya neteweyî ya Kurdan zêde bibe. Çalakvanan ragihandin ku hêrsa wan a li dijî êrîşan dewam bike û ew ê her roj li kolanan ji bo Rojava di nava çalakiyan de bin.