KCDK-E: Gelê Kurd teslîm nabe, em ê teqez ser bikevin!
KCDK-E’yê li hemberî êrîşên komkujiyê yên li ser Kurdên li Rojava banga çalakiyên bênavber kir û got: ‘’Gelê Kurd teslîm nabe, em ê teqez ser bikevin!’’
KCDK-E’yê li hemberî êrîşên komkujiyê yên li ser Kurdên li Rojava banga çalakiyên bênavber kir û got: ‘’Gelê Kurd teslîm nabe, em ê teqez ser bikevin!’’
Di daxuyaniya nivîskîde ev yek hatin gotin: ‘’Komên çete yên hov ên li gel her cure piştevaniya dewleta Tirk a dagirker li ser gelê Kurd êrîşên komkujiyê pêk tînin, alîgirên wan û hêzên herêmî û navneteweyî yên vî şerî dinêrin, bêdeng û piştgiriyê didinê, ji bo fetisandina şoreşa Rojava seferber bûne.’’
Di dewama daxuyaniyê ev yek hatin gotin:
‘’Hemû hêzên paşverû ji bo qirkirin û qetilkirina gelê Kurd bûne yek û dixwazin ya ji destê wan tê bikin. Ji bo ku gelê Kurd bê nasname û bê statû bihêlin, bi hemû derfetên xwe êrîş dikin. Gelê Rojava, ji bo rûmet, ziman û nasnameya xwe têdikoşe û teslîm nabe.
Rojava, hêviya gelê Kurd e. Xakeke wisa ye ku ji bo wê xwîna bi deh hezaran lehengan hatiye rijandin. Rojava, siberoja gelê Kurd e, ew pêşeroj e ku xeyal dikir. Rojava, keleheke berxwedanê ye ku nûnertiya rûmeta çar perçeyên Kurdistanê dike.
Dixwazin ku gelê Kurd serî bitewîne û bi zimanê xwe neaxivin. Dixwazin ku gelê Kurd teslîm bibe, nasname, hebûn û rûmeta xwe neparêze. Gelê Kurd li hemû perçeyan û Ewropayê li dijî îxanet û teslîmiyetê rabûye ser piyan û bi berxwedana sedsalê dibe bersiv. Bi milyonan kes bi gotina Rojava Kurdistan e îradeya xwe nîşan didin.
Dewleta Tirk û hêzên navneteweyî piştgiriyê didin çeteyên DAÎŞ’ê yên hov.
Dewleta Tirk û hêzên navneteweyî yên piştgiriyê didin çeteyên DAÎŞ’ê yên hov, li Helebê kemîn danîn û dest bi qirkirina gelê Kurd krin. Bi dehan welatiyên sivîl, jin û zarok ji aliyê çeteyên hov ve hatin qetilkirin. Ji cih û warên xwehatin dûrxistin û bi zextên gelekî dijwar re rû bi rû man.
Artêşa hovan a ku El- Şarayê hov serkêşiya wê dike û dewleta Tirk a piştgiriyê dide, hêzên navneteweyî di serî de lojîstîkî komkujî erê kirine û rê li ber vekirine.
Rojnameger û çapemeniya dewleta Tirk ên xwediyê zîhniyeta DAÎŞ’ê, bi hovane ev şerê komkujiyê erê kirin, piştgirî danê, têkarî li pêvajoya dijminahiya gelê Kurd kirin û hê jî piştgiriyê didin.
Gelê Kurd wê teslîm nebe û heta bi ser bikeve wê berxwedanê bidomîne.
Divê hemû hêzên ku dixwazin rûmet, têkoşîn, xak û pêşeroja gelê Kurd tarî bikin, bizanibin ku gelê Kurd wê heya serkeftinê li ber xwe bide. Selefiyên hov, cîhadîs û dewleta Tirk a qirkerk u li Rojava komkujiyê dikin, wê bi berxwedana bi rûmet a gelê Kurd re bihejin. Wê hewesa wan di gewrê wan de bimîne.
Kurd jiyana bênasname û bêstatu qebûl nakin. 60 milyon Kurd ji bo yekîtiyê mil bi mil têdikoşin. Gelê me yê ku ji bo xurtkirina berxwedanê û mezinkirin têkoşînê li Ewropa û li her cihê cîhanê daketina qadan, biryara bênavber domandina çalakiyên xwe girtin.
Roja piştevaniya bi Kurdan re ye. Em dikarin bi piştevaniyê re pêşî li vê komkujiyê bigrin. “Em yek in, em ê yek bin, em ê yek bimînin” bû ruhê yekîtiyê ya çar parçeyên Kurdistanê. Em bang dikin ku bi vê ruhê re bêyî navber li qadan bin û berxwedanê mezin bikin.
Daxuyanî bi vê bangê re bi dawî bû: “Em bang li hemû gelê xwe dikin ku ji Belçîka, Hollanda, Parîs û Elmanyayê bi girseyî beşdarî mitînga ku 21’ê Çileya 2026’an di saet 10:00’an de li pêşiya Parlamentoya Ewropayê ya li Brukselê were lidarxistin bibin, her wiha ji bo meş û mitînga ku 21’ê Çileyê li pêşiya avahiya Neteweyên Yekbûyî ya Swîsre-Cenevreyê were lidarxistin, seferber bibin. “