Di daxuyaniya ku ji aliyê Greva Avhewayê ve hatî dayîn de hat bibîrxistin ku Şoreşa Rojava temsîla modeleke civakî ya ekolojîk, fêmînist û li ser bingeha demokrasiya gel e. Hate diyarkirin ku Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku bi vê şoreşê hatî avakirin, îro di bin metirsiyeke mezin de ye.
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku hikûmeta demkî ya Sûriyeyê li dijî gelê Kurd û bawerî û pêkhateyên din ên etnîkî yên li herêmê, êrişeke berfireh dimeşîne.
Di daxuyaniyê de bal hate kişandin ser şerê dijwar ê li seranserî xetên sînor di navbera hêzên Rêveberiya Xweser û hêzên hikûmeta demkî de û hate destnîşankirin ku berpirsyariya siyasî û leşkerî ya van êrişan, ya Ehmed el-Şeraa ye ku berê di nava refên El Qaîdeyê de cih girtiye.
Greva Avhewayê diyar kir ku mazuvantiya Colanî li platformeke cîhanî mîna Davosê, tê wateya paşguhkirina sûcên şer û binpêkirina mafên mirovan.
Greva Avhewayê ya Swîsreyê bang li Foruma Aborî ya Cîhanê kir ku tavilê dest ji vê vexwendinê berde û ragihand ku ew bi gelên Rojava re di nava piştevaniyê de ne. Her wiha di daxuyaniyê de bang li her kesî hat kirin ku beşdarî çalakiyên piştevaniyê yên ku li Swîsre û Ewropayê têne plankirin bibin.
Di daxuyaniyê de hate gotin: "Parastina Rojava ya ku li dijî rûxandina ekolojîk, patrîyarkayê û otorîterîzmê alternatîfeke rastîn e, di heman demê de parçeyek ji têkoşîna dadweriya avhewayê ye." Her wiha bang li raya giştî hate kirin ku di ser platformên wekî RiseUp4Rojava û Jugendinfo re geşedanên nû bişopînin û li kolanan piştevaniyê mezin bikin.