Li Liverpoolê ji bo Rojava çalakiya lezgîn: Kobanê dîsa di bin hedefê de ye
Li bajarê Liverpoolê yê Brîtanyayê, di daxuyaniya çapemeniyê de, êrîşên li ser Rojava û bêdengiya hêzên navneteweyî hatin protestokirin.
Li bajarê Liverpoolê yê Brîtanyayê, di daxuyaniya çapemeniyê de, êrîşên li ser Rojava û bêdengiya hêzên navneteweyî hatin protestokirin.
Li bajarê Liverpoolê yê Brîtanyayê, ji bo bal kişandina li ser pêşkeftinên dawî yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi bangewaziya çalakiya lezgîn ve daxuyaniyeke çapemeniyê hat lidarxistin. Di çalakiyê de, êrîşên li ser gelê Kurd, ji nû ve rêxistinkirina DAÎŞ’ê û bêdengiya hêzên navneteweyî hatin protestokirin.
Di axaftinan de, têkoşîna dîrokî ya gelê Kurd a li dijî DAÎŞ’ê ji bo mirovahiyê hate binxêzkirin. Hate gotin ku berxwedana li Kobanê di sala 2015’an de ne tenê gelê Kurd, Ewropa û Brîtanyayê jî parastiye, lê îro gelê Kurd careke din tênê tê hiştin.
Di daxuyaniyê de hate bal kişandin ku di êrîşên dawî yên li ser Girtîgeha Şedadê de bi hezaran DAÎŞ’î hatine revandin û koalisyona navneteweyî li hemberî van pêşkeftinan bêdeng maye. Hate destnîşankirin ku hêzên Kurd ji bo astengkirina ji nû ve rêxistinkirina DAÎŞ’ê bêrdelên giran didin, gelek şervan jiyana xwe ji dest didin an jî birîndar dibin.
Di daxuyaniyê de hate gotin ku Kobanê dîsa di bin êrîşê de ye û zihniyeta cîhadî ya ku berê dixwest herêmê hilweşîne, vê carê bi nav û cilên cuda derdikeve dikê. Hate ragihandin ku pergala xweser a Kurd tê hedefgirtin ku bê tasfiyekirin, avahiyên ewlehiyê têne qelskirin û îradeya siyasî ya gel tê hedefgirtin.
Di çalakiyê de endamê Meclisa Liverpoolê Ozgur Dep û Berdevkê Dîplomasiyê yê Cîvaka Azad a Brîtanyayê Seyîd Pîrsus jî axivîn, bang li gelê Brîtanyayê hate kirin. Di axaftinan de hate gotin ku têkoşîna gelê Kurd a li dijî DAÎŞ’ê nikare ji nedîtî ve bê dîtin û bêdengî ji bo hêzdarbûna DAÎŞ’ê bingeh amade dike.
Di tevahiya çalakiyê de, dirûşmeyên “Stop ISIS – Protect Kurdistan”, “Down with ISIS”, “Kurds want peace, Kurds want justice”, “Unite against fascism”, “Who stopped ISIS? The Kurds” û “ISIS is coming back – Wake up UK” hatin berzkirin.