BI DÎMEN

Li Edinburghê çalakî: DAİŞ bi cilên cuda dîsa di dewrê de ye

Li paytexta Îskoçya Edinburghê, bi hezaran Kurdistanî êrîşên li ser Rojava protesto kirin û li hember bêdengiya raya giştî ya cîhanê gotin: “DAİŞ ne ji ber hêza xwe, ji ber qelsiya cîhanê vedigere.”

Li paytexta Îskoçya Edinburghê, bi hezaran Kurdistanî ji bo protestokirina êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê û silavkirina berxwedanê meşeke girseyî lidar xistin. Girse li ber Konsolosxaneya Amerîkayê civiyan û bi dirûşma û daxuyaniyan ber bi Parlamentoya Îskoçyayê ve meşiyan.

Di meşê de silav ji bo berxwedana Rojava hatin şandin û dirûşmên wekî “DAİŞ dîsa vedigere”, “Kobanê ne tenê ye”, “Li dijî faşîzmê bibin yek” û “Kurdan DAÎŞ rawestandin” derketin pêş. Girse li ber qesra fermî ya Kraliyeta Brîtanyayê rawestiya, dirûşma avêtin û piştre li kolanên Edinburghê meşiyan.

Di çalakiyê de endamê Meclisa Gel a Kurd a Edinburghê axivî û got ku bûyerên li Sûriyê ne “tevlihevî” ye, xiyaneteke eşkere ye. Axavtinêr bibîr xist ku gelê Kurd ji bo hemû cîhanê li dijî DAİŞ’ê şer kiriye û wiha got: “Kobanê di sala 2015’an de bû hêviya mirovahiyê. Kurdan DAÎŞ rawestandin. Îro jî cîhan bêdeng e.”

Di axaftinê de hate destnîşankirin ku di rojên dawî de bi êrîşên li ser Girtîgeha Şedadê ve bi hezaran endamên DAİŞ’ê ji aliyê hevkarên DAİŞ’ê ve hatine berdan û Koalîsyona Navneteweyî tu gav neavêtiye. Hate gotin ku hêzên Kurd bi bêrdelên giran vegera DAÎŞ’ê asteng dikin û wiha hate gotin: “DAİŞ ne ji ber hêza xwe, ji ber qelsiya cîhanê vedigere.”

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku Kobanê dîsa di bin êrîşê de ye û wiha hate gotin: “Heman zihniyet vê carê bi cil û bergên cuda dîsa di dewrê de ye. Rêveberiya xweser a Kurdan tê belavkirin, hêzên ewlekariyê têne qelskirin, îrada siyasî tê bêdengkirin. Bêyî tu mîsogeriyê radestbûn li Kurdan tê ferzkirin.”

Di axaftinê de bang li gelê Brîtanyayê jî hate kirin û wiha hate gotin: “Kurdan bajarên we rizgar kirin. Ev ne daxwaza alîkariyê ye, bangewaziya berpirsiyariyê ye. Bêdengiya îro, sibê tê wateya DAİŞ’ê.”

Di tevahiya çalakiyê de dirûşmên “Stop ISIS – Protect Kurdistan”, “Down with ISIS”, “Down with the Turkish state”, “UK government stop supporting jihadist state”, “Bijî YPG/YPJ” û “Li dijî faşîzmê bibin yek” hatin gotin.

Di meşê de her wiha bang li çalakiya ku sibê li ber avahiya Parlamentoya Îşkoçyayê, bi beşdariya hemû parlamenteran were lidarxistin hate kirin. Girse, gelê Îskoçyayê û raya giştî ya demokratîk vexwend ku xwedî li berxwedana Rojava derkevin.