BI DÎMEN

Êrişên li ser Rojava li Frankfurt û Reimsê hatin şermezarkirin

Li bajarê Frankfurt ê Elmanyayê û li bajarê Reims ê Fransayê êrişên çeteyên HTŞ'ê û dewleta Tirk ên li ser Kurdan bi çalakiyan hatin şermezarkirin.

FRANKFURT

Bi pêşengiya Frankfurt – Offenbach – Hanau TCŞ, Teko Jin, YJK-E û bi banga gelek saziyên şoreşger, şeva duşemê li ber gara trenê ya Frankfurtê çalakî hate lidarxistin.

Di çalakiya ji bo piştevaniya Rojava de, li ser navê PJAK’ê Meyrem axivî û got, “Îro li her dera Rojava xwîn tê rijandin! Çeteyên Colanî û hêzên tarî yên li pişt, dihesibînin ku bi bombeyan dikarin îradeya gelê Kurd, şoreşa jinê û destkeftiyên azadiyê tune bikin. Lê xwe dixapînin! Hûn bi bombekirina Rojava nikarin teslîm bigirin! Her kesê bêdeng hevkarê vê komkujiyê ye. Dengê me yê ku îro li vir bilind dibe, ji hevrêyên me yên li Rojava li ber xwe didin re dibêje, hûn tenê nînin!”

Piştre di dema meşa hundirê Frankfurt Hauptbahnhof de, dirûşmeyên ji bo berxwedanê û şermezarkirina dewleta Tirk, HTŞ û hevkarên sûc hatin berzkirin.

Meş heya qada Hauptwache dewam kir. Li vir bi sedan kes kom bûn û daxuyanî dan.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin, “Îro li Rojava xwîn dirije, li vir jî hêrsa me mezin dibe! Çeteyên HTŞ û piştevanên wê dê hesab bidin! Berxwedana Rojava dê bi ser bikeve!”

Hat ragihandin ku 20’ê Çileyê roja sêşemê di saet 18.00’an de dîsa li ber Frankfurt Hauptbahnhof’ê wê çalakî û meş were lidarxistin.

Di daxuyaniyê de ev tişt jî hate diyarkirin, “Hemû dost, kesên hestiyar û enteryonalîst divê beşdar bibin. Rojava ne bi tenê ye, berxwedan wê mezin bibe!”

REIMS

Ciwanên Kurdistanî li bajarê Reims ê Fransayê li dijî êrişên li ser Rojava daketin qadan. Ciwan li taxên cuda yên bajêr li hev kom bûn, rê û kolanên bingehîn li trafîkê girtin û çalakî kirin.

Di daxuyaniya bi pêşengiya YCWK'ê de hate ragihandin ku êriş komployeke navneteweyî ya li dijî gelê Kurd e.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Gelê Kurd çi qezenç kiribe bi berxwedanê qezenç kiriye. Ya ku ji me tê xwestin, berxwedaneke topyekûn a li dora şoreşa Rojava ye."

Ciwanan di dema çalakiyê de berxwedana gelê Rojava silav kirin û bang li ciwanên Kurdistanê yên welatparêz kirin ku xwedî li Rojava derkevin.