Nûnera Bilind a Polîtîkayên Derve ya Yekîtiya Ewropayê (YE) Kaja Kallas, bang kir ku "Divê hemû çalakiyên leşkerî yên li Sûriyeyê demildest werin rawestandin."
Kaja Kallas di daxuyaniya xwe de wiha got: “Agirbesta di navbera hikûmeta demkî ya Sûriyeyê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) de, ji bo rêgirtina li hilweşîna welat gaveke girîng e. Divê pabendî sozên kêmkirina rageşiyê bin û sivîl werin parastin.”
Kallas bal kişand ser armanca YE’yê û got: “Armanca bingehîn a YE’yê ew e ku li Sûriyeyê veguherîneke siyasî ya berfireh û rastîn pêk were.” Kallas destnîşan kir ku riya gihîştina vê armancê; yekbûna saziyên leşkerî, ewlehî û sivîl di bin banê saziyên dewletê de û dabînkirina beşdariya siyasî û herêmî ya çalak e.
Kallas bi gotina “Parastina mafên Kurdan mijareke pir girîng e” diyar kir ku ji bo dabînkirina îstîkrara mayinde û yekîtiya Sûriyeyê, divê her kes pabendî çareseriya siyasî be.