BI DÎMEN

Berxwedana Rojava li Atînayê hate silavkirin

Li Atînayê bi sedan Kurdistanî û dostên wan, komkujî û êrîşên HTŞ û DAÎŞ’ê ên bi piştgiriya dewleta Tirk ên li ser seranserê Rojava protesto kirin û berxwedana di pêşengtiya QSD’ê de silav kirin.

Kurdistaniyên li Atînayê dijîn û dostên wan, îro di saet 15.00’an de li Qada Syntagma ya li pêşiya Parlementoya Yewnenistanê hatin li ba hev û êrîşên li ser Rojava şermezar kirin.

Çalakî bi pêşengtiya Navenda Civaka Kurd a Demokratîk ya Atînayê hate lidarxistin û rêxistinên demokratîk ên li dijî êrîşên dewleta Tirk û Sûriyeyê yên li ser Rojava, Nûnertiya PYD’ê, Înîsiyatîfa RiseUpForRojava ya Atînayê û gelek şoreşgerên Tirkiyeyî beşdarî çalakiyê bûn.

Di axaftinên çalakiyê de hate destnîşankirinku êrîşên li ser welatiyên sivîl ên li Rojava sûcekî şer ê eşkere ye. Hate îfadekirin ku berpirsiyarên êrîşên berbehs di serî de dewleta Tirk a piştgiriyê dide çeeteyan û hêzên navneteweyî yên ku êrîşkariya Hikûmeta Demkî ya Şamê rewa kirine.

Di daxuyaniya ku li ser navê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk ya Atînayê hate dayîn de ev yek hatin gotin: ‘’Di serî de dewleta Tirk a faşîst, bila hemû hêzên li pişt van êrîşan bizanibin û zen nekin ku ji ber ku Rojava erdnigariyeke biçûk e wê têk biçe. Li pişt berxwedana Rojava, gelê me yê li çar perçeyan, piştevaniya gerîlayan ya bênavber û Kurdistanî û dostên wan ên li diyasporayê hene. Gelê Kurd tu caran serî netewand û wê roja îroyîn jî serî netewîne.’’

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku gotina Mazlûm Dogan a ‘’Jiyan Berxwedan e’’ weke şîar hatiye girtin û hate destnîşankirin ku divê li her derm bersiva banga seferberiyê ya li Rojava hatiye kirin, were dayîn. Her wiha bang hate kirin ku di vê çarçoveyê de bila hemû kes ji bo vegera welatê xwe û parastina xaka xwe amade be.

Di çalakiyê de hate diyarkirin ku heşt ciwanên Kurd ji raya giştî re ragihandine ku ew dixwazin derbasî Rojava bibin û beşdarî berxwedanê bibin.

Her wiha hate ragihandin ku di çarçoveya çalakiyên bênavber de wê her roj li deverên cuda ên Atînayê êrîşên li ser Rojava werin protestokirin. Çalakî bi berzkirina dirûşmeyên bi Kurdî û Yewnanî bi dawî bû.