BI DÎMEN

Li Marsîlyayê li pêşiya nûnertiya Parlamenta Ewropayê çalakî

Kurdên li Marsîlyayê ji bo êrişên qirkirinê yên li ser gelê Kurd ê li Rojava şermezar bikin, li ber Nûnertiya Marsîlyayê ya Parlamenta Yekîtiya Ewropayê çalakî kirin.

Girseya gel serê sibehê li ber avahiyê li hev kom bû û bi alên YPG û YPJ'ê çalakî kir.

Di çalakiyê de bang li Yekîtiya Ewropa û raya giştî ya navneteweyî hate kirin ku li dijî êrişên li ser gelê Kurd bikevin nava liv û tevgerê. Çalakgeran diyar kirin ku bûyerên li Rojava diqewimin sûcê li dijî mirovahiyê ye û divê Yekîtiya Ewropa bêdeng nemîne.

Tê payin ku çalakiya bi banga saziyên Kurd û rêxistinên civakî yên sivîl hate destpêkirin, tevahiya rojê dewam bike.