Kurdistaniyên ku li Swîsreyê ji bo piştgiriya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku di bin êrîşên giran de ye daketin kolanan. Ji roja êrîşa ku li helebê destpê kir û vir ve çalakiyên bê navber tn lidarxistin. Kurdistanî îro li Zurîh, Basel, Bern, Cenevre, Luzern û Bellînzonayî daketin qadan. tevî ku cih bi cih polşîsan êrîş kirin jî çalakî berdewam kirin.
CENEVRE
Kurdistaniyan li kantona Cenevre ya Swîsreyê li ber avahiya RTS (Radio Télévision Suisse) kom bûn da ku piştgiriyê bidin Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya di bin êrîşên giran de ye. Çalakiya ku li ber avahiya RTS dest pê kir, bi berzkirina dirûşmeyan ber bi Konsolosxaneya DYE’yê ve meşiyan.
Di meşê de, polîsan hewl da ku êrîşî çalkvanan bikin. Tevî vê yekê, çalakî heta derengiya şevê berdewam kir. Çalakvanan bal kişandin ser êrîşên li ser Rojava û bang li civaka navneteweyî kirin ku berpirsiyariyê bigirin û tevbigerin.
BASEL
Kurditaniyên li Qada Claraplatz ê Baselê kom bûn û ber bi Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Baselê (SBB) ve meşiyan. Di meşê de dirûşma "Bijî Berxwedana Rojava" berz kirin.
Piştî çalakiya rûniştinê li ser rêyên tramvayê li ber avahiya SBB’ê, li ser navê komê daxuyanî û bang hatin kirin. Hevserokê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Baselê Kutbettin Gezgin axivî û got, "Em di pêvajoyek dîrokî re derbas dibin. Gelê me yê li Rojava bi komkujiyekê re rû bi rû ye. Ji bilî berxwedanê, ti rêyek din li ber me nîne."
Di çalakiyê de daxuyaniyek çapemeniyê ya ku ji hêla Komîteya Rojava ya Baselê ve hatibû amadekirin jî hate xwendin. Di daxuyaniyê de li ser domandina hevgirtina bi Rojava re rawestiyan û bang li her kesî hate kirin ku "bi şoreşa Rojava re di nava hevgirtinê de bin.”.
ZURÎH
Li Zurîhê Kurdistanî beşdarî çalakiya ku ji aliyê komên sosyalîst û anarşîst ve li dijî civînên Foruma Aborî ya Cîhanê (WEF) Davos 2026 ku heta 23’yê Çileyê bidome, bûn. Girseya ku li Burkliplatzê kom bû dirûşmeyên "Bijî berxwedana Rojava" berz kirin.
Piştî daxuyaniya ku li wir hat dayîn, çalakvan bi berzkirina dirûşmeyan ber bi Helvetiaplatzê ve meşiyan û piştre hewl dan ku ber bi Îstasyona Trenê ya Navendî ya Zurîhê ve bimeşin da ku êrîşên li ser Rojava protesto bikin. Komên anarşîst û femînîst jî tevlî meşa Kurdistaniyan bûn. Polîsan li nêzî îstasyonê meş asteng kir. Piştre girseyê çalakiya rûniştinê li dar xist. Tevî destwerdana polîsan a bo ava şid jî çalakvanan bi saetan li ber xwe dan û daxwaza piştgiriya berxwedana Rojava kirin.
LUZERN
Li Lucernê, êrîşên li ser Rojava bi du xwepêşandanên cuda hatin protestokirin. Li ser banga Navenda Çanda Demokratîk a Kurd a Luzernê, li Îstasyona Trenê ya Navendî kom bûn û li ber îstasyonê daxuyanî dan çapemeniyê.
Hevserokê Meclîsa Luzernê Ercan Guneş di daxuyaniyê de axivî û banga xwedîderketina li Rojava kir.
BERN
Kurdistanî û dostên wan li ber avahiya Parlamentoya Federal a Bernê kom bûn û êrîşên li ser Rojava û Rojhilat bi tundî şermezar kirin. Li ser navê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Gulîstan Sado axivî û piştgiriya wan ji bo berxwedana Rojava tekez kir.
Piştî çalakiya li ber parlementoyê, girse ber bi Sefaretxaneya DYE’yê li Bernê ve meşiyan. Di meşê de, dirûşmeyên "Bijî berxwedana Rojava", "Bijî YPJ, Bijî QSD" berz kirin.
Çalakî derengiya şevê bi dawî bûn.