Li Ewropayê çalakiyên ji bo şermezarkirina êrişên li ser Rojava dewam dikin
Li bajarên cuda yên Ewropayê, çalakiyên ji bo şermezarkirina êrişên li ser gelê Kurd dewam dikin. Li Hollanda û Fransayê Kurd li gel dostên xwe daketin qadan.
Li bajarên cuda yên Ewropayê, çalakiyên ji bo şermezarkirina êrişên li ser gelê Kurd dewam dikin. Li Hollanda û Fransayê Kurd li gel dostên xwe daketin qadan.
Li bajarê Lahey (Den Haag) ê Hollandayê, bi sedan Kurdistanî nîvê şevê li ber Konsolosxaneya DYE'yê li hev kom bûn û çalakiya şermezarkirinê lidar xistin.
Girseya gel piştî çalakiya li ber konsolosxaneyê ber bi Parlamenta Laheyê ve meşiya. Çalakiya li ber parlamentê heta serê sibehê dewam kir.
Di çalakiyê de dirûşmên "Rojava ne bi tenê ye", "Bijî berxwedana Rojava" û "Bijî Serok Apo" hatin qîrîn.
Çalakgeran diyar kirin ku heta êrişên li ser gelê Kurd nesekinin wê li qadan bin.
Hate ragihandin ku çalakî wê di nava rojê de dewam bikin. Ji bo çalakiya saet di 14:00 de li Stasyona Trenê ya Navendî ay Laheyê banga tevlîbûnê hate kirin.
NANTES
Li bajarê Nantes ê Fransayê, êrişên li ser Rojava bi meşeke girseyî hate şermezarkrin. Meşê ji Qada Place du Commerce destpê kir û heta Place Royale dewam kir. Bi sedan kes tevlî meşê bûn û êriş şermezar kirin.