BI DÎMEN

Li Saarbrucken ji bo piştgiriya berxwedana Rojava, mîtîng hate lidarxistin

Li bajarê Saarbrucken ê Elmanyayê ji bo piştgiriya berxwedana Rojava, mîtîngek hate lidarxistin.

Li bajarê Saarbrucken ê Elmanyayê ji bo piştgiriya berxwedana Rojava, ji aliyê Înîsiyatîfa Ciwanan û Meclîsa Herêmê ve li ber Europagalerie mîtîngek hate lidarxistin. Di mîtîngê de Rojava weke dilê Kurdistanê hate pênasekirin û li dijî êrîşên li ser Rojava, peyama piştevaniyê hate dayîn.

Ciwan di mîtîngê de axivîn. Hate destnîşankirin ku li dijî çeteyên HTŞ û DAÎŞ’ê yên hov, parastina Rojava berpirsyariyeke mirovî ye û hate diyarkirin ku ciwan di vê têkoşînê de li her derê amade ne.

Mîtîng bi berzkirina dirûşmeyên “Bijî YPG, YPJ” û “Bijî berxwedana Rojava” bi dawî bû.