Banga Koma Çep a Ewropayê ji bo Rojavayê Kurdistanê

Civaka Navneteweyî Koma Çep a Parlamena Ewropayê (GUE/NGL) bang li cîhanê kir ku li dijî êrîşên komên çete yên li ser Rojavayê Kurdistanê bêdengiya xwe bişkînin.

Civaka Navneteweyî Koma Çep a Parlamena Ewropayê  (The Left GUE/NGL) li dijî rêîşên komên çete yên Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê ku ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve tê piştgirîkirin, banga ketina tevgerê kir. Destnîşan kir ku modela demokrasiya radîkal û wekheviya zayendî ya Rojavayê Kurdistanê di bin xetereyê de ye.

MARTIN SCHIRDEWAN: DIVÊ ROJAVA BI TENÊ NEYÊ HÎŞTIN

Hevserokê Partiya Çep û parlamenterê Die Linke Martin Schirdewan di derbarê mijarê de rexne li fînansekirina şerê dijî Kurdan bi fonên Ewropayê kir û bang li Şansolye Merz kir ku helwesteke zelal nîşan bide.

OZLEM DEMIREL: DIVÊ BÊDENGÎ WERE ŞIKANDIN

Endama Komîteya Karên Derve ya Partiya Çep Ozlem Demirel jî diyar kir û hişyarî da ku komkujiyek li ber derî ye û got heta mafên Kurd, Elewî û kêmneteweyan neyên parastin, divê tu fon ji hikûmeta Sûriyeyê re neyên şandin. Wê destnîşan kir ku Kurd mafên xwe yên nasname û çandî di çarçoveya yekîtiya Sûriyeyê de dixwazin.