TCŞ'ê bang kir: Em bi ruhê Kobanê Rojava biparêzin
Rêxistina sîwanî ya ciwanên Kurd a li Ewropayê TCŞ'ê li dijî êrişên dagirkeriyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê banga çalakiyên lezgîn kir.
Rêxistina sîwanî ya ciwanên Kurd a li Ewropayê TCŞ'ê li dijî êrişên dagirkeriyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê banga çalakiyên lezgîn kir.
Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) têkildarî êrişên dagirkeriyê yên li ser Rojava daxuyaniyek weşand û bang li ciwanên Kurdistanî yên li Ewropayê kir ku dakevin qadan. Di daxuyaniyê de işaret bi operasyonên dagirkeriyê yên li ser Rojava hate kirin û ji bo çalakiyên lezgîn bang hate kirin.
Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku teslîmiyet li gelê Kurd tê ferzkirin û ev yek ti carî nayê qebûlkirin. Bang li ciwanên Kurd, gelê Kurd û dostan hate kirin ku li hemberî xeteriya qirkirinê seferber bibin.
Di daxuyaniyê de hate gotin, "Em bang dikin ku bi ruhê Kobanê xwedî li vê şoreşê derkevin û li dora berxwedanê bicivin."