CÎK: Em li kêleka gelê xwe yê berxwedêr in

Civaka Îslamî ya Kurdistanê (CÎK) êrîş û komkujiyên topyekûn ên li dijî Rojava şermezar kir û bang li gelê Kurd kir ku li dora berxwedana Rojava bibin yek.

Civaka Îslamî ya Kurdistanê (CÎK) derbarê êrîş û komkujiyên topyekûn ên ku bi piştgiriya dewleta Tirk û bêdengiya hêzên navneteweyî li dijî gelê Kurd li Rojava hatine kirin, daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de diyar kir ku têkoşîna li Rojava têkoşîna hebûnê ye.

CÎK di daxuyaniya xwe de bang li gelê Kurd kir û got, "Em, wekî Civaka Îslamiya Kurdistanê, bang li gelê xwe dikin ku piştgiriyê bidin berxwedana Rojava û di vê têkoşîna hebûnê de mil bi mil bi gelê me re bisekinin. Em ê li ber zordar serî netewînin; em ê bi berxwedana xwe çarenûsa xwe diyar bikin. Em li kêleka gelê xwe yê qehreman ê Rojava ne.”