Meclîsa Jinan a Rojbîn ku li bajarê Hamburgê yê Elmanyayê rêxistinkirî ye, ji bo protestokirina êrîşên ku bi hevkariya HTŞ-DAÎŞ û dewleta Tirk li ser Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têne kirin, li ber avahiya Şaredariya Hamburgê daxuyaniyeke çapemeniyê da. Di dema daxuyaniyê de ciwanên HTŞ’î êrîş pêk anîn.
Di çalakiya ku Meclîsa Jinan a Rojbîn, Meclîsa Gel a Kurd a Demokratîk a Hamburgê û enternasyonalîstên Elman beşdar bûn de, pankartên bi nivîsa “Frieden für Rojava und Syrien, Nein zum Krieg” (Ji bo Rojava û Sûriyeyê aştî, ji şer re na), “Türkischen Angriffskrieg und Dschihadisten stoppen! Verteidigt Rojava und die Frauenrevolution!” (Şerê dagirkeriyê yê Tirk û cîhadîstan rawestînin! Rojava û şoreşa jinê biparêzin!) hatin vekirin. Di çalakiyê de ku afîşên derbarê Rojava de hatin hilgirtin, bi berdewamî sloganên “Jin Jiyan Azadî”, “Bijî Berxwedana Rojava” û “Bijî Berxwedana YPJ” hatin berzkirin.
Di dema rêzgirtinê de, alîgirên HTŞ’ê êrîşî çalakiyê kirin. Hat dîtin ku êrîşkarên ku nîşaneya "Gurê Boz" dikirin, ji aliyê polîsên Elman ve nehatin astengkirin. Ji bilî êrîşkarên HTŞ’î yên hatin binçavkirin, polîsan çar ciwanên şoreşger jî binçav kirin; vê yekê hêrsa jinan zêdetir kir.
'ELMANYA HTŞ’YA KUJER DIPARÊZE'
Endama YJK-E’yê Hediye Bakrak diyar kir ku bi êrîşên li ser Rojava, destkeftiyên Kurdan û şoreşa jinê têne armanc kirin. Bakrak destnîşan kir ku bingeha van êrîşan tola Kobanê ye û got: “Îro li Hamburgê ciwanên HTŞ’î êrîşî çalakiya jinan kirin. Polîsên Elman îro wan diparêzin. Hikûmeta Elmanyayê Colanî vedixwîne Elmanyayê. Ev bi eşkere nîşan dide ku Elmanya piştgiriyê dide êrîşên HTŞ’ê yên li ser Kurdan. Colanî vê cesaretê ne ji avahiya xwe ya terorîst, lê ji Ewropa û DYA’yê digire. Banga me ji bo hemû ciwanên Kurdistanê ye; xwedî li vê berxwedanê derkevin. Kurd ji bo aştiyê çavên xwe naxapînin û dimirin. Deynê rûmetê yê cîhanê ji bo Rojava heye.”
'LI DIJÎ ÊRÎŞAN EM BERXWEDANÊ MEZIN BIKIN'
Bakrak diyar kir ku divê li dijî êrîşan berxwedan were hûnandin û wiha domand: “Tiştê ku bi DAÎŞ’ê nekarîbûn bikin, niha bi destê HTŞ û dewleta Tirk dikin. DYA û Ewropa jî piştgiriyê didin vê artêşa kujer. Bi van êrîşan ne tenê jinên Kurd, hemû jinên cîhanê têne armanc kirin û peyamê didin şoreşa jinê. Lê em ê gava paş de neavêjin. Em ê Rojava biparêzin. Em ê li dijî rejîma kujer a Colanî di berxwedanê de bin. Destkeftiyên Rojava dê her hebin.”
Jinan diyar kirin ku heta ciwanên Kurd ên hatine binçavkirin serbest neyên berdan, ew qadê neterikînin. Li ber Rathaus a Hamburgê bendewariya bi rageşî berdewam dike.