BI DÎMEN

Li Brîtanyayê bi hezaran kes ji bo Rojavayê Kurdistanê meşiyan

Bi hezaran Kurdistanî li Londonê civiyan û tevî hemû astengiyan rêyên ji avahiya Serokwezîriyê heta avahiya parlamentoyê li trafîkê girtin û bangî Hikûmeta Brîtanyayê kirin ku li dijî Colanî û HTŞ’ê bikeve nava tevgerê.

Li Londonê, paytexta Brîtanyayê û li Edinburghê, paytexta Skoçyayê, li ber avahiyên parlamentoyê li dijî êrişên ser Rojavayê Kurdistanê çalakî hatin lidarxistin.

LONDON

Li Londonê bi deh hezaran Kurdistanî li ber avahiya Serokwezîriyê civiyan û li dijî êrişên komên çete yên mîna HTŞ û piştgiriya dewleta Tirk a dagirker çalakiyek mezin li dar xistin. Çalakgeran banga tevgerê li hikûmeta Brîtanyayê kirin û diyar kirin ku êrişên li ser Rojavayê Kurdistanê, êrişên li ser rûmeta mirovahiyê ne. Polîsên Îngilîz xwestin pêşî li meşê bigirin, lê bi hezaran kesî bi çalakiya rûniştinê rêyên navenda Londonê li trafîkê girtin. Gel bi alayên YPG, YPJ û Alaya Kurdistanê heta ber avahiya parlamentoyê meşiya û nerazîbûna xwe nîşan da.

EDINBURGH

Li paytexta Skoçyayê Edingburghê, li ber avahiya parlamentoyê Kurdistaniyan û dostên wan çalakiyek li dar xistin. Di daxuyaniyan de hate bi bîrxistin ku Kurdan ji bo hemû cîhanê li dijî DAIŞ’ê şer kir, lê îro Koalîsyona Navneteweyî li hemberî êrîşan bêdeng e û berpirsyariya xwe bi cih nayîne. Çalakgeran bi sloganên "Stop ISIS - Protect Kurdistan" bal kişandin ser vegera DAIŞ’ê û rola dewleta Tirk a dagirker. Piştî çalakiyan, di civînên gel de hate diyarkirin ku wê piştgiriya ji bo Rojavayê Kurdistanê mezin bibe û ew ê nehêlin gelê Kurd careke din bi tenê bimîne.