Parlamenterên Ewropî: Divê em Kurdan biparêzin

Di çarçoveya rûniştinên Çileya 2026’an ên Parlamentoya Ewropayê de, nûnerên komên cuda daxuyaniyeke çapemeniyê dan û pirsên derbarê êrîşên HTŞ û çeteyên ser bi Tirkiyeyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bersivandin.

Nûnerên komên cuda yên di nav Parlamentoya Yekîtiya Ewropayê de, derbarê rojeva parlamentoyê daxuyaniyek dan çapemeniyê. Nûneran pirsên ANF’ê yên li ser êrişên HTŞ û çeteyên ser bi Tirkiyeyê yên li dijî Rojavayê Kurdistanê bersivandin.

EPP YA MIHAFAZAKAR: EM ALÎGIRÊ AŞTIYÊ NE

Serokê Koma EPP ya Mihafazakar Manfred Weber, ku serê sibê civîna çapemeniyê ya yekemîn li dar xist, derbarê êrîşa komên cîhadîst ên bi Şara ve girêdayî ne ku li Sûriyeyê êrîşî Kurdên ku DAÎŞ’ê têk birine dikin, wiha got: “Bi giştî wekî EPP, piştgiriya me ji bo hemû hêzên ku li Sûriyeyê geşedaneke aştiyane û demokratîk dixwazin heye. Tiştê ku em diparêzin û piştgiriyê didinê ev e.”

DIVÊ EM JI BO KARKIRINA ZÊDETIR A AKTORÊN EWROPÎ ZEXTÊ BIKIN

Hevserokê koma Keskan/EFA (Greens/EFA) Bas Eickhout, li ser pirsa derbarê vîzyona Ewropayê ya ji bo Rojavayê Kurdistanê wiha axivî: “Vîzyona me ya ji bo Sûriyeyê, helbet dewleteke pir-etnîkî ye ku tê de mafên kêmneteweyan jî têne parastin. Ev xeta me ye û dê wiha berdewam bike. Em ji bo pêşîgirtina li rageşiyeke zêdetir, hemû pestoya ji destê me tê li hukûmetê dikin. Pêdiviya me bi aştiyê heye û piştre jî divê bi bingehîn avakirina neteweyeke demokratîk hebe; ji ber ku em hemû dizanin rewşa li Sûriyeyê çiqas wêranker e. Lewma, ev mijar niha ji bo me bi rastî jî pir girîng e. Divê em zextê bikin ku hemû aktorên Ewropî bi vî rengî bixebitin. Ez hêvî dikim ku veguherînek çêbibe û pêşî li zêdebûna tundiyê bê girtin.”

EM JI BO TIŞTÊN LI SER KURD Û CIVAKÊN XRISTİYAN TÊN KIRIN BI FIKAR IN

Hevserokê koma Mihafazakar û Reformîstên Ewropî (ECR) Patryk Tomasz Jaki, li ser pirsa derbarê qetilkirina Kurd, Ermenî, Êzidî û endamên komên din ên etnîkî û olî ji aliyê çeteyên girêdayî Şara ve, wiha bersiv da: “Bi baweriya min, wekî Yekîtiya Ewropayê, em têra xwe alîkariya Xrîstiyanên li seranserê cîhanê nakin. Em wekî komek, dê helwesta xwe bilind bikin û hewl bidin ku vê yekê biguherînin.”

Hevserokê din ê ECR’ê Nicola Procaccini jî wiha got: “Em bi we re û bi her kesê ku bi rastî ji bo tiştên li ser civakên Xrîstiyan ên li çar aliyê cîhanê diqewimin bi fikar in re, hemfikir in. Ev rewş li Sûriyeyê jî wisa ye, ku yek ji kevintirîn civakên Xrîstiyan ên dîrokê lê ne. Ji ber vê yekê ez fikarên we fêm dikim û em ê li ser vê mijarê bisekinin.”

 RENEW EUROPE: DIVÊ EM XWIŞK-BIRAYÊN XWE YÊN KURD BIPARÊZIN

Ji serokatiya koma Renew Europe Valery Hayer ji bo pirsa “Dema êrîşên li ser Kurdan destpê kirin Serokê Komîsyona YE’yê li Şamê bi Şera re hevdîtin kir û soza 620 milyon euro alîkariyê da. Piştre Şera yê ku cesaret ji vê hevdîtinê girt, dest bi êrîşkirina Kurdan kir. Têkildarî vê yekê hûn çi dibêjin?” ev bersiv da: “Eger gotin di cih de be îro Ewropa, ji bo tevkariyê li demokratîkbûna li welêt û demokratîkbûna aştiyane bike, car din kete dewrê. Ez ji ber geşedanên dawî yên li Sûriyeyê, pir bi fikar im. Roja Yekşemê bi îmzekirina vê peymanê pêşketin hate bidestxistin. Û li Kurdistanê geşedanên ku fikar çêdikin, qewimîn. Helbet ez van pir ji nêz ve dişop3inim. Hûn dizanin ku, yek ji şertên Ewropayê ya ji bo rakirina pêkanînên li ser Sûriyeyê û domandina piştevaniyê ew e ku hurmet nîşanî pêkhateyan, pêkhateya Kurd bide. Lewma em pir bi fikar in. Hat ragihandin ku li Sûriyeyê roja Yekşemê peymanek hate îmzekirin. Lê belê duşemê şer car din destpê kir. Weke Yekîtiya Ewropa divê em xwişk-birayên xwe yên Kurd biparêzin!”

THE LEFT: YEKÎTIYA EWROPA DIVÊ DEMILDEST PÊKANÎNÊ FERZ BIKE

Hevserokê Çepa Ewropayê (THE left) Martîn Schirdewan wiha axivî:

“Terorîstê El Qaîdeyê yê berê El-Şera niha artêşa xwe ber bi Kurdistanê ve xiste nava liv û tevgerê. Li wir şerekî dijwar diqewime. Dîmen tên ber destê me, diçin ser girtîgehên ku terorîstên DAÎŞ’ê lê girtî ne. Beşekî van terorîstan piştî tên berdan demildest tevlî êrîşa li dijî Kurdistanê dibin. Em dibînin ku sivîlên dîl hatine girtin, sivîlên Kurd û di heman demê de şervanên dîl hatine girtin jî rû bi rûyê muameleya xirab dimînin, hinek li ber kamerayan ji aliyê Ereb û Rûsan ve bi rengekî bêrehm tên kuştin. Niha dor hate Kurdan, ev pirs di rojevê de ye. Ji Serokatiya Komîsyonê Ursula von der Leyen û Antonio Costa beriya 10 rojan çûn Şamê û pereyek mezin dan El Şera û biryar dan ku bi pereyên Ewropa piştgirî bidin wî. Lê belê di vê nuqteyê de ez dikarim vê bêjim ku, ew li Washington jî hebûn, li Parîsê jî hebû, Friedrich Merz ew vexwend, car din vexwend. Niha mesele ne ew e ku ev hikûmet bi fonên civakî yên Ewropayê piştgiriya xwe di şerê li dijî Kurdan de digire yan jî di krîzeke muhtemel a dewletekê de mehfûra sor li ber deyne. Tam berevajî, siyaseta Ewropa divê niha ji bo bi dawîkirina vî şerê li dijî pêkhateyên etnîk û olî yên li Sûriyeyê, hewl bide û di encamê de ji bo afirandina Sûriyeyeke ku rêz ji komên etnîk û olî bê girtin, bixebite. Kurdan DAÎŞ têk bir, ji bo vê yekê divê em spasiya wan bikin û wan teqdîr bikin. Sala borî ez çûm Rojava û min Kobanê jî dît. Kobanê niha di bin êrîşê de ye. Niha ji aliyê milîsên Îslamî yên hikûmeta demkî ve hatiye dorpêçkirin. Ez bi eşkere bêjim, Kobanê û Rojava divê nekeve destê van şervanan û wê nekeve destê wan. Ez bang li Yekîtiya Ewropa dikim ku ji bo bidawîkirina şer bi eşkere tevbigere, bi Rojava re têkiliyê dîplomatîk ava bike. Weke Çep em bi eşkere diyar dikin ku em bi Rojava re di nava piştevaniyê de ne. Û ez naxwazim di vê parlamentoyê de tenê Ûkrayna were axivîn. Ez dixwazim bibîhîzim ku mirov li vir bêjin ‘Bijî Rojava’.”

Martin Schirdewan wiha bersiv da pirsa, “Wekî koma çep ji bo piştevaniya bi Kurdan re ji niha şûnde plansaziyek wê ya çawa heye?”: “Ez ji bo pirsa we spas dikim. Em piştevaniyê didin Kurdan û dixwazin pevçûn tavile bi dawî bibin. Em dixwazin lîderên Ewropayê helwestekî li gorî vê raber bikin, El-Şera neyê naskirin. Dema ku ev şer li dijî Kurd û kêmenetewên li Sûriyeyê dewam dike, dixwazin li Sûriye û Kurdistanê têkiliyên dîplomatîk bên avakirin. Bi taybet li Sûriyeyê naskirina herêma xweser ji aliyê konsolosxaneyên têkildar ve û bi vî rengî pêkanîna hawirdorekî ku gel bikaribin jiyan bikin. Avakirina mufredatekî ku zarokên Kurd, Elewî û Durzî bi ziman û çanda xwe perwerde bibînin. Her wiha rêzgirtina li olên din, ji ber ku em li vir vê dikin. Em li gelek bajarên Ewropayê şahidê mitîngên piştevaniyê bi Kurd û Kurdên li Sûriyeyê dibin. Siyasetmedarên çepgir jî tevlî van mitîngan dibin, diaxivin û bi îşaretkirina li seferberiya li kolanan bi awayekî çalak di nav de cih digrin. Lê pirsa esas ew e ku wê encamên siyasî yên vê çi bin? Jixwe min hin xalên ku em dixwazin diyar kir. Armanc ew e ku hem di nava parlamentoyê hem jî ji derve de bi zextê, van mijaran bikin pratîka siyasî ya rojane, mînak di nava komîsyonê de. Li gorî min divê em daxwaz bikin ku Ursula von der Leyen fonên ji bo hikumeta Sûriyeyê hatiye wehd kirin, qut bike. Divê kampanya tavile were rawestandin. Ya duyemîn, helbet Yekîtiya Ewropayê di dema şer de pêkanînê li rejîma Esed kiriye. Ez nabêjim ku divê tavile pêkanîn were kirin, lê ger ev şer dewam bike, helbet divê em bifikirin ku em çawa dikarin qabiliyeta meşandina şer a hikûmet û leşkerên sînordar bikin û çawa dikarin piştrast bikin ku şer li dijî kêmenetewên li welêt neyê meşaşndin. Divê em teqez binirxînin ku gelo pêkanînên bi hedef ya li dijî sûcdarên şer pêkan e yan ne. Li gorî min di vê rewşê de nêzîkatiya rast ev e. Her wiha divê em daxwaza darizandina wan bikin. Ev tenê beşek ji tiştên ku em niha dikarin bikin û biparêzin e.”