BI DÎMEN

Li ber Parlamentoya Osloyê çalakî: Bêdeng nemînin!

Bi sedan Kurdistanî û dostên wan li ber avahiya Parlamentoya Osloyê çalakî li dar xistin, êrîşên dijwar ên li ser Rojava protesto kirin û bang li civaka navneteweyî kirin ku ji bo parastina sivîlan têkevin nava liv û tevgerê.

Bi sedan Kurdistanî û alîgirên wan ji bo protestokirina êrîşên li ser Rojava li ber avahiya Parlamentoya paytexta Norwêc Osloyê çalakî li dar xistin. Çalakî ji hêla NCDK-OSLO ve hate organîzekirin.

Di çalakiyê de alên YPG, YPJ û QSD û  û pankartên Kurdî hatin hilgirtin. Di çalakiyê de dirûşmeyên "Bijî berxwedana Rojava" û "Em Rojava ne, Rojava li vir e" hatin berzkirin. Çalakvanan bang li civaka navneteweyî kirin li hember êrîşan bêdeng nemînin û ji bo parastina sivîlên li Rojava gavên şênber bavêjin.