BI DÎMEN

Li Toulouse’ê ciwanan peyama ‘Em ê bêdeng nemînin’ dan

Li bajarê Toulouse yê Fransayê, ciwanên Kurdistanî êrîşên çeteyên HTŞ’ê yên ji DAÎŞ û şaxên wê pêk tê li ser Rojava protesto kirin.

Êrîşên çeteyên HTŞ’ê yên ji DAÎŞ û şaxên wê pêk tê, bi piştgiriya dewleta Tirk li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tên kirin, li gelek bajarên Ewropayê tên protestokirin. Li bajarê Toulouse yê Fransayê, komeke ku piraniya wan ciwan bûn, li Qada Capitol kom bûn û çalakiya piştgiriya Rojava kirin.

Di dema protestoyê ya herî kêm saetekê de, gelek caran bangên piştgiriya Rojava hatin kirin. Piştî çalakiya li qadê, ciwanan meşiyan û ber bi Gareya Toulouse ve çûn; di vê meşê de hin beşên rê ji trafîkê hatin girtin.

Ciwanan diyar kirin ku ew ê li dijî êrîşên li ser Rojava bêdeng nemînin û berxwedanê li her qadê mezin bikin.