EWROPA
Hemû Nûçe
-
Kurdên li Sandvikenê êrîşên li ser Helebê protesto kirin
Meclisa Gel a Gavle-Borlange li bajarê Sandviken ê Swêdê êrîşên li ser Helebê protesto kir. -
KJK’ê bang li raya giştî ya Fransayê kir ku ser Komkujiya Parîsê neyê girtin
KJK’ê daxuyand ku Komkujiya Parîsê wekî komkujiyek siyasî di dîrokê de cih girt, di heman demê de êrîşek terorîstî bû û bang li raya giştî ya Fransayê kir ku zextê li dewleta Fransayê bike da ku ser dozê neyê girtin. -
Banga edaletê ji bo komkujiyên Parîsê: Sira dewletê rakin!
Di mîtînga "Ji bo Heqîqetê Edalet" ya ku li Parîsê hat lidarxistin de, bang hat kirin ku şerha "sira dewletê" ya di dosyeya komkujiyên Parîsê de bê rakirin û lêpirsîneke bi bandor bê kirin. Di mîtîngê de êrîşên li Heleb û Îranê hatin şermezarkirin. -
Li Kanadayê çelenga reş danîn ber Konsolosxaneya Fransayê
Kurdistaniyên li Totontoyê ji bo şermezarkirina Komkujiya Parîsê çelenga reş danîn ber Konsolosxaneya Fransayê û daxwaza ronîkirina komkujiyan dubare kirin. -
Li Trondheimê çalakiya ji bo Rojava û Rojhilat
Li bajarê Troncheim ê Norveçê Kurdistanî û dostên wan tevî ku hewa daketibû -13 pileyan jî ji bo şermezarkirina êrîşên li ser Rojava û Rojhiatl mitîngek li dar xistin. -
Parlamenterên Elman ji bo Kurdan banga lezgîn kirin
Parlamenterên çar partiyan Elmanyayê bang li civaka navneteweyî kirin ku ji bo Kurdên li Helebê bi lezgînî têkevin nava liv û tevgerê. -
Li Brukselê Kurdan êrîşên li ser Helebê protesto kir
Civaka Kurd a Belçîkayê 9’ê Çileyê roja Îniyê li Gara Trenê ya Navendî ya Brukselê bi çalakiyekê êrîşên li ser Kurdên li Helebê protesto kir. -
Li Parîsê bi hezaran kes dest bi meşê kirin
Li Parîsê bi hezaran kes bi wesîleya salvegera qetilkirina sê jinên şoreşger, hatin ba hev û bi dirûşmeya “Ji bo Heqîqetê Edalet” dest bi meşê kirin. -
Li Kanadayê êrîşên li Helebê hatin şermezarkirin
Di çalakiya protestoyî ya ku li bajarê Toronto hat lidarxistin de, êrîşên li ser taxên Kurdan ên li Helebê hatin şermezarkirin û bang li civaka navneteweyî hat kirin ku li hember êrîşan helwesta xwe raber bikin. -
Berxwedana Rojava û Rojhilat li Nantesê hat silavkirin
Li bajarê Nantes ê Fransayê bi sedan kes êrîşên li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê protesto kirin û serhildana gel a Rojhilat silav kirin. -
Çelenga reş danîn ber Konsolosxaneya Fransayê ya Bernê
Kurdistaniyan bi boneya salvegera Komkujiya Parîsê ya 9’ê Çileyê çelenga reş danîn ber Konsolosxaneya Fransayê ya Bernê û daxwaza ronîkirina komkujiyan dubare kirin. -
Li Elmanyayê êrîşên li ser Helebê hatin protestokirin
Li gelek bajarên Elmanyayê, êrîşên li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê bi çalakiyan hatin protestokirin. Di çalakiyan de hate destnîşankirin ku êrîşên li ser sivîlan sûcê şer e û bang li raya giştî ya navneteweyî hate kirin ku bikevin tevgerê. -
Li Strasbourgê şehîdên Parîsê hatin bibîranîn
Li Strasbourgê şehîdên Komkujiyên Parîsê yên di sala 2013 û 2022’an de hatin bibîranîn û daxwaza edalet û heqîqetê hate dubarekirin. -
Berxwedana gelên Rojava û Rojhilat li Helsinkiyê hat silavkirin
Kurdên li Fînlandiyayê dijîn, bi banga Navenda Civaka Kurd a Demokratîk ji bo piştgirîdayîna berxwedana Rojava û Rojhilatê Kurdistanê, li Helsinkiyê çalakiyê li dar xistin. -
Êrîşên li ser sivîlan li Vechtayê hate protestokirin
Li bajarê Vechta ya Elmanyayê bi çalakiyekî êrîşên li ser taxên Kurdan ên Helebê hatin protestokirin û berxwedana gelê Rojava hate silavkirin. -
Li Frankfurtê Komkujiya 9’ê Çileyê hat protestokirin
Li Frankfurtê bi armanca eşkerekirina kujerên şoreşger û welatparêzên Kurd ku li Parîsê hatin qetilkirin, dosyaya edaletê radestî Konsolosxaneya Fransayê hate kirin. -
WerteInitiative: Êrişên li dijî sivîlên Kurd ên li Sûriyeyê sûcên şer in
Komeleya Cihû-Alman WerteInitiative eV, êrişên li dijî sivîlên Kurd û kêmneteweyên li Sûriyeyê şermezar kir û bang li hikûmeta Elmanyayê kir ku hemû piştgiriyên ji bo rêveberiya Şamê qut bike û xweseriya demokratîk bi fermî nas bike. -
Şehîdên Parîsê li Dusseldorfê hatin bibîranîn
Ji bo jinên şoreşger ên Kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ku di 9’ê Çileya 2013’an de li Parîsê hatin qetilkirin, li ber Konsolosxaneya Fransayê ya li Dusseldorfê yê Elmanyayê merasîma bîranînê û mitînga protestoyî hat lidarxistin. -
Sara, Rojbîn û Ronahî li cihê hatibûn qetilkirin, hatin bîranîn
Li paytexta Fransa Parîsê yek ji damezrînerên PKK’ê Sakîne Cansiz (Sara) Nûnera KNK’ê ya Parîsê Fîdan Dogan (Rojbîn) û endama tevgera ciwanan Leyla Şaylemez (Ronahî), li cihê ku 13 sal berê hatibûn qetilkirin, hatin bîranîn. -
Kurdên Anatoliya Navîn: Êrîşên li Helebê hewleke tasfiyeya sîstematîk e
Platforma Kurdên Anatoliya Navîn (PKAN) diyar kir ku êrîşên li bajarê Helebê yên li ser Kurdan bi tu awayî nayên rewakirin û got: ‘’Ne pêngaveke leşkerî ya cuda ye, hewleke tasfiyekirina sîstematîk a li dijî hebûna gelê Kurd e.’’ -
Li Hannoverê Komkujiyên Parîsê hatin şermezarkirin
Girseya ku bi pêşengiya Meclîsa Jinan a Şehîd Ronahî li bajarê Hannover hatin ba hev, komkujiyên Parîsê ya yekem û duyemîn a li dijî Tevgera Azadiya Kurd şermezar kirin. -
Êrîşên li ser Helebê li Gavleyê hatin protestokirin
Meclîsa Gel a Gavle-Borlange êrîşên li ser taxên Kurdan Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê, protesto kirin. -
Hevserokê CDK-F'ê Dogan: Heta ku heqîqet neyê ronîkirin edalet pêk nayê
Hevserokê CDK-F'ê Azad Dogan têkildarî meşa 10'ê Çileyê ya li Parîsê axivî û got, "Em ji bo edalet û heqîqetê dimeşin. Ji ber ku heta heqîqet neyê eşkerekirin edalet pêk nayê." -
Li Swîsreyê hêzên xweparastinê û berxwedana gel a Helebê hat silavkirin
Li gelek bajarên Swîsreyê êrîşên li ser taxên Şêxmeqsûd, Eşrefiyê û Benî Zeîd ên Helebê hatin protestokirin. Di çalakiyên ku hêzên xweparastinê hat silavkirin de banga çalakiyên li dijî çeteyên ku sûcên şer li dijî sivîlan dikin hat kirin. -
Kurdistaniyên li Britanyayê êrîşên li ser Helebê protesto kirin
Êrîşên li ser taxên Şêxmeqsûd, Eşrefiye û Benî Zedê, li seranserê Brîtanyayê bi çalakiyên girseyî hatin protestokirin. Di daxuyaniyên ji Londonê heta Edinburghê de wiha hate gotin, “Bêdengî şirîkatiya sûc e.”