Ji Nûnerên diaspora Kurdî ya Moskovayê daxuyanî
Nûnerên diaspora Kurdî ya Moskovayê bi daxuyaniyek êrîşên li ser Rojavayê Kurdistanê şermazer kirin û diyarkirin ku ev êrîşên tên kirin dilê hemû Kurdan dişewitîne.
Nûnerên diaspora Kurdî ya Moskovayê bi daxuyaniyek êrîşên li ser Rojavayê Kurdistanê şermazer kirin û diyarkirin ku ev êrîşên tên kirin dilê hemû Kurdan dişewitîne.
Nûnerên diaspora Kurdî ya Moskovayê bi daxuyanîyek ji bo çapemeniyê hate dayîn û piştgirîya gelê Rojava Kurdistanê kirin. Di vê daxuyanîyê de behsa rewşa herêmê, şer û pevçûnên ku hîn jî didomin û bangek heye ji bo civaka navneteweyî û rêbertiya Rûsyayê ku bala xwe bidin encamên mirovî yên şerê.
Ji raya giştî û gelê Kurdistanê ra
Gelî xwîşk û birayên hêja! Gelî civakên cîhanê ên bi rûmet!
Weke tê zanîn gelê me yê Rojavayê Kurdistanê êdî 15 sal in di nav rewşeke giran a şer de dîjî! 15 sal in agirê bi şewat dilê dayikên Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê, bi cangorîbûna her ciwanekî Kurd, dişewite. Û bi taybetî van 15 rojên dawî êrîşeke hovane li ser gelê me yê Rojavayê Kurdistanê heye. Êrîşên ku ji Helebê destpê kirin û heta ber derê Kobanê û Cizîrê hatin, bi piştgirîya dewleta Tirk û hêzên komploger ên navnetewî hatine kirin. Ew hêzên ku xwe weke koalîsyona navnetewî ya li dijî DAÎŞ’ê bi nav dikirin, îro bi bêdengîya xwe ya li hember sûcên mirovahiyê, destek didin çeteyên HTŞ, ku tu ferqeke wan ji zêhniyet û hedefa DAÎŞ’ê tune ye. Armanca wan ew e ku di serî de Kurdistan, tevahiya Rojhilata Navîn û cîhan bikin nav deryaya xwînê û di tarîtîya dîrokê de tune bikin.
Lê belê gelê Kurd û dostên wî yên ku bi raman û helwesta xwe nûnertiya gelê Rojê û ronahiyê dikin, li her çar parçeyên Kurdistanê û dervayî welat li ser piyan e, xwedî li gelê Rojavayê Kurdistanê derdikevin. Bi dehhezaran keç û xortên dilsoz bi dijmin re ketine cenga mayîn û nemanê, ji ber vê yekê dîrok bihevrebûna bêhempa ji her yekî ji me dixwaze.
Em wek Kurdên Rûsyayê, yên ku 200 sal in li derveyî welat dijîn û li rastî gelek qirkirin û sirgûnan hatin, dixwazin ku gelê me bizanibe ku me tucarî ziman, çand û xaka xwe ji bîr nekir û herdem bi heskirin û bêrîkirina Kurdistanê jîyan kir. Îro em gel û şervanên xwe yên qehreman ên li eniya şer silav dikin û piştgirî dikin. Herwiha em helwesta pîroz a gelê me yê Bakurê Kurdistanê û gelê Başûrê Kurdistanê ên ku bi rabûna xwe sînorên sexte yên Rojavayê Kurdistanê qetandin û bêmane kirin, hêja û bi nirx dibînin! Ev helwest dide nîşandan ku dilê gelê Kurd li Bakur, Başûr, Rojava û Rojhilat bi hev re lêdide.
Em banga piştgirîyê li hemû dostên xwe yên li Rûsyayê û cîhanê dikin, ku li dijî vê bêdadmendiya li hember gelê Kurd rawestin.
Em bang li rêvebiriya Rûsyayê dikin ku hêza xwe ya di qada navnetewî de bi kar bîne û dawî li vê komploya li dijî gelê Kurd ku sed sal in didome bîne! Divê cîhan bizanibe ku Kurd parazvanên ronahiyê ne, têkoşerên azadiyê ne, dilsozên pîvanên exlaqî yên mirovahiyê ne, nûnerên durust ên wekhevîya gelan e.
Kurdên Rûsyayê dil bi dil, mil bi mil bi gelê xwe re ne! Bijî têkoşîna pîroz a gelê Kurdistanê! Bijî mîmarê yekitîya netewî Serok Apo! Bijî YPG û YPJ! Bijî Kurd û Kurdistan!