BI DÎMEN

Li Helsinkiyê çalakiyên piştgiriya ji bo Rojava berdewam dikin

Kurdistaniyên li paytextê Fînlandiya Helsînkiyê li dijî êrîşên çeteyên HTŞ, DAÎŞ û dewleta Tirk ên li ser Rojava dubare daketin qadan û êrîşên dagirkerî û komkujiyê protesto kirin.

Piştî çalakiya 20’ê Çileyê a girseyî ya ji bo piştgiriya berxwedana Rojava û şermezarkirina êrîşên çeteyan ên li ser gelê Kurd, Kurdistaniyên li bajarê Helsînkiyê dijîn şeva 21’ê Çileyê li navenda bajêr dubare daketin qadan û çalakiyek li dar xistin.

Çalakiyê di saet 19.00’an de dest pê kir û Kurdistaniyan li gel hejmareke zêde li navenda bajêr meşeke demdirêj li dar xist. Di tevahiya meşê de dirûşmeyên têkildarî piştgiriya ji bo berxwedana Rojava hatin berzkirin.

Piştî meşê ji aliyê ciwanên Kurd ve daxuyaniyek hate dayîn û ciwanan di daxuyaniya xwe de bang li raya giştî ya navneteweyî kir ku li dijî çeteyên HTŞ, DAÎŞ û dewleta Tirk ên cîhadîst piştevaniyê bidin berxwedana gelê Rojava.