Portes diyar kir ku ew dixwazin di nav NY de hêzeke navbeynkar an jî hêza parastinê ji bo parastina gelê Kurd bê bicihkirin û got: “Îro piştgirîkirina gelê Kurd peywireke exlaqî ye.”
Portes diyar kir ku wan Rojava di Meclisa Neteweyî ya Fransayê de anîne rojevê û ji bo vekirina nîqaşeke giştî li gorî maddeya 50-1 gavek avêtine. Wî got ev gav dê nîqaşên li ser Sûriye û Rojava di parlamentoyê de bidin meşandin û hikûmetê neçar bike ku bikeve tevgerê. Her wiha got ku ev yek dê her koma siyasî neçar bike ku li ber raya giştî helwesta xwe eşkere bike.
Portes bi bîr xist ku di Çileya 2025’an de çûye serdana Kobanê û Qamişlo û li kampa El-Holê jî lêkolînên li cih kirine. Portes got wêneyên sivîlên Kurd ên hatine hedefgirtin û agahiyên ku gelek endamên DAÎŞ’ê hatine berdan, ew pir xemgîn kirine û wiha got: “Pejirandina Artêşa Milî ya Sûriyê ya bi dehan, bi sedan terorîstan berdan û hinekan jî xistina nav refên xwe, naye qebûl kirin.”
Portes bi bîr xist ku gelê Kurd li şerê dijî barbarîtiya DAÎŞ’ê de bû û wiha got: “Em jin û mêrên ku li Kobanê li dijî DAÎŞ’ê şer kirin û canê xwe dan ji bîr nekin. Yên ku DAÎŞ têk birin ew bûn. Fransayê jî li ser axa xwe bêrdela vê terorê bi giranî daye.” Portes bêdengiya civaka navneteweyî wekî xiyanet binav kir û got divê Kurd neyên terikandin.
Portes bal kişand ser modela ku li Rojava hatiye avakirin û got ev model li seranserê cîhanê bûye çavkaniya îlhamê. Diyar kir ku ev model xeta demokratîk, wekheviya jin-mêr, edaleta civakî, ekolojîst û komunalîst temsîl dike. Û got cudakarî li ser rengê çerm, ol an jî kok nayê qebûlkirin û ji ber vê yekê Rojava tê hedefgirtin.
Portes bang kir ku komkujî bên rawestandin û mafên gelê Kurd bên mîsogerkirin û diyar kir ku di Destûra Sûriyeya nû de statuya gelê Kurd divê bi awayekî zelal bê naskirin. Wekî endam û parlementerên La France Insoumise, ew ê hemû îmkanan ji bo piştgiriya şênber a Macron û Fransayê ji gelê Kurd re bixebitînin û di çalakiyên li Parîsê de jî piştgiriya ji gelê Kurd re mezin bikin.