Li gelek bajarên Fransayê çalakiyên piştgiriyê yên li dijî êrîşên li ser Rojava hatin lidarxistin. Di protestoyên ku li gelek bajaran hatin kirin de, bang li parastina sivîlan û ketina tevgerê ya civaka navneteweyî hate kirin.
STRASBOURG
Li Strasburgê êrîşên komên cîhadî yên bi HTŞ û dewleta Tirk ve girêdayî yên li ser Rojava hatin protestokirin. Di çalakiya ku li ber gara Strasburgê hate kirin de gelek caran dirûşmeyên “Bijî Rojava” û “Kurdistan yek e” hatin berzkirin.
Di axaftinên çalakiyê de hate destnîşankirin ku gelê Kurd careke din li ber çavên cîhanê, bi bêdengiya hêzên navneteweyî re rû bi rû bi metirsiya komkujiyê tê hiştin. Hate gotin ku Kurd îro şerê hebûn û tunebûnê didin û hate destnîşankirin ku divê her kes li cihê xwe rabe û li dijî van êrîşan dengê xwe rake.
Di çalakiyê de parlamenterê La France Insoumise Emmanuel Fernandes jî amade bû. Fernandes got ku wek parlementerê Meclisa Neteweyî ya Fransayê û endamê Meclisa Parlamenterên Konseya Ewropayê, li Strasburgê bi gelê Kurd re bûn berpirsiyariyeke wî ye. Fernandes bîranîna ku gelek caran li ber Konseya Ewropayê kom bûne kir û got ku doza gelê Kurd edalet e, hiqûqa navneteweyî ne lûtif e, mafeke gerdûnî ye û divê ji bo gelê Kurd jî bi temamî were sepandin. Bang li naskirina mafê xwebirêvebirina gelê Kurd û bidawîkirina hemû cure baskirinan kir.
Fernandes bal kişand ser azadiya Rêber Apo û got ku divê şert û mercên girtina wî heta serbestberdana wî li gorî Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê ya ku Tirkiye alîgirê wê ye, were bicîhkirin.
BREST
Li bajarê Brest ê Fransayê çalakiyeke protestoyê li dijî êrîşên li ser Rojava û metirsiyên zêde hate lidarxistin. Li Meydana Place de la Liberté êvarê Kurd û dostên wan li hev civiyan û di axaftinên xwe de li hember bêdengiya civaka navneteweyî û bi taybetî ya Fransayê nerazîbûn nîşan dan.
Di axaftinan de hate gotin ku ev bêdengî rê li ber DAÎŞ û pêkhateyên cîhadî yên bi vî rengî vedike ku dîsa hêz bigirin. Beşdaran bang li Fransayê û hêzên navneteweyî kirin ku gavên şênber li dijî komên cîhadî bavêjin û Rojava ji aliyê siyasî ve nas bikin. Di çalakiyê de peyama “em ê têkoşînê li qadan bidomînin” bi awayekî xurt hate dayîn.
AVIGNON
Li bajarê Avignon ê Fransayê jî çalakiyeke li dijî êrîşên li ser Rojava hate lidarxistin. Saet 18.00’an de li ber gara navendî bi sedan kes li hev civiyan û bi dirûşmeyên “Bijî berxwedana Rojava” ber bi şaredariyê ve meşiyan. Li ber şaredariyê deqeyek rêz ji bo şehîdan hate girtin, piştre jî sloganên “Her der Rojava, her der berxwedan” hatin berzkirin.
TOULOUSE
Êrîşên çeteyên HTŞ û dewleta Tirk ên li ser Rojava, li bajarê Toulouse yê Fransayê bi çalakiyekê hatin protestokirin. Di çalakiyê de Kurdên ji her çar perçeyên Kurdistanê beşdar bûn û çalakî li derdora metroya Jean Jaurès hate kirin.
Di çalakiyê de hate destnîşankirin ku êrîşên li ser Rojava sivîlan dikin hedef û armanca wan tunekirina jiyana demokratîk û pirnasname ya li herêmê ye. Beşdaran dirûşmeyên “Bijî berxwedana Rojava”, “Bijî berxwedana Kobanê” û “Terorîst Erdoğan” avêtin; di axaftinên bi Kurdî û Fransî de bêdengiya civaka navneteweyî hate protestokirin.
Çalakiyê piştgiriya gelek rêxistinên çep, şoreşger û sendîkayên li Fransayê jî wergirt. Nûnerên Partiya Çep, Nouveau Parti Anticapitaliste (NPA), Secours Rouge, Solidaires û La France Insoumise (FI) li qadê amade bûn. François Piquemal û nûnerê rêveberiya herêmî Séville Ronde Adam jî beşdarî çalakiyê bûn. Çalakiya ku nêzî saetekê dom kir, bi bangên piştevaniyê ji bo Rojava bi dawî bû.
ROCHEFORT
Li bajarê Rochefort ê Fransayê di roja sêyemîn a çalakiyan de jî ciwanan qadan bernedan. Êvarê ciwan li ber şaredariya Rochefort kom bûn, piştî deqeyek rêz ji bo şehîdan, dirûşmeyên “Bijî berxwedana Rojava”, “Terorîst Colani” û “Bijî YPG, YPJ” berzkirin.
Di çalakiyê de axaftvan Şiyar Awaz got ku êrîşên komên cîhadî yên girêdayî DAÎŞ û piştgiriya Tirkiyeyê li ser Rojava didomin û ev yek ji aliyê hêzên navneteweyî ve tê paşguhkirin. Awaz diyar kir ku ev rewş rê li ber DAÎŞ û komên bi vî rengî vedike ku dîsa hêz bigirin û bang kir ku Ahmet El Şara û hêzên li pişt wî werin teşhîrkirin.
LYON
Li bajarê Lyon ê Fransayê, êrîşên hevpar ên çeteyên HTŞ û dewleta Tirk ên li ser Rojava bi meşeke girseyî hatin protestokirin. Kurd û komên piştevan ji Place de la Comédie dest pê kirin, li ser Rue de la République meşiyan û çalakî li Place de la République bi dawî bû.
Di meşê de ku Kurdên ji her çar perçeyên Kurdistanê beşdar bûn, girse bi dirûşmeyên “Terorîst Colani, terorîst Erdoğan” pêş ve çû. Piraniya çalakvanan ciwan bûn û bi sloganên piştgiriya YPG û YPJê berxwedana Rojava nîşan dan. Gelek caran hate gotin “Kurdistan ne çar, yek e” û hate destnîşankirin ku ittîfaqa dewleta Tirk û cîhadî-gerîla gelê Kurd yek kiriye.
Di axaftinan de bal hate kişandin ser siyaseta durû ya Ewropa û DYA’yê. Hate gotin: “Dema barbar û serjêkerên cîhadî êrîşî welatên we dikirin, hûn ji şervanên Kurd alîkarî dixwestin; îro gelê Kurd tê qetilkirin.” Her wiha bi pirsê “We rûyê xwe ji gelê Kurdê mazlûm re heye?” helwesta hêzên gerdûnî hate sorgûlkirin.
Çalakvanan bal kişandin ser domdariya protestoyan û gotin: “Heta vahşet bidome em ê qadan bernadin. Tu kesekî hesasiyeta wî ji qetlîamên Kurdan girîngtir û bi qîmettir nîne.”
LILLE
Li bajarê Lille yê bakurê Fransayê gelê Kurdistanê meş li dar xist. Bi sedan Kurdistanî êrîşên komkujiyê yên li ser gelê Rojava protesto kirin û bang li hêzên navneteweyî kirin ku vê komkujiyê rawestînin. Gelek dostên Kurdan yên Fransî jî bi Kurdan re di meşê de cih girtin. Bi beşdariya Kurdên ji her çar perçeyên Kurdistanê, meş bi dirûşmeyên xwedîlêderketin û piştevaniya Rojava hate kirin û bi axaftinan bi dawî bû.
MARSÎLYA
Li bajarê Marsîlya yê Fransayê, ji bo bal kişandina li ser pêşketinên li Rojavayê Kurdistanê û nîqaşkirina çalakî û protestoyên muhtemel, civîneke gel a bi beşdariyeke fireh hate lidarxistin. Kurdistanîyên li Marsîlyayê eleqeyeke mezin nîşanî civînê dan.
Di civînê de mijarên wekî hewldanên dagirkeriyê yên li ser Rojavyêa Kurdistanê û êrîşên ku wekî jenosîd tê binavkirin hatin gotûbêjkirin. Beşdaran li hember bêdengiya civaka navneteweyî nerazîbûn nîşan dan û bal kişandin ser pêwîstiya xurtkirina piştevaniya bi gelê Kurd re.
Di civînê de hate ragihandin ku roja Pêncşemê 22’yê Çileya 2026’an li Marsîlyayê mîtîngek û meş bi ruhê seferberiyê ya “Ji bo Rojava em jiyanê rawestînin” were lidarxistin. Hate destnîşankirin ku amadekariyên ji bo vê protesto-mîtîngê ya ku tê payîn Kurdên ji bajarên cuda yên başûrê Fransayê jî beşdar bibin, bilez hatine kirin.
Di nirxandinên civînê de hate gotin ku di salekê dawî de pêvajoya nû ya aştiyê û demokrasiyê ya li herêmê ber bi qonaxeke erênî ve diçû, lê piştgiriya aktîf a Tirkiyeyê ji bo dagirkerî û êrîşên li ser Kurdên Rojava Kurdistanê, têkiliyên civakî yên di navbera Kurd û Tirkan de zirareke mezin û zehmet were tamîrkirin daye.
Axaftvanan gotin ku gelê Kurd li Rojava bi komkujî û dagirkeriya axa xwe re rû bi rû ye û peyam dan: “Tu Kurd, tu li tu derê li hember vê rewşê bêdeng namîne.” Beşdaran bang li civaka navneteweyî jî kirin û gotin ku ew aştiyê, xwîşk û biratiyê û nirxên demokratîk diparêzin û xwestin piştevaniya bi gelê Kurd re were nîşandan.
Di civîna li Marsîlyayê de hate ragihandin ku di rojên pêş de bi ruhê seferberiyê piştevaniya ji bo Rojava li Fransayê bi giştî û li bajarên cuda yên Ewropayê dê çalakî û etkinlikên piştevaniyê zêde bibin û bidomin.
NICE
Li bajarê Nice yê Fransayê bi sedan kes li hev civiyan û komkujiyên li Rojava û qutbûna înternetê li Kobanê protesto kirin. Li ber gara Nice kom bûn, bi sloganên “Bijî berxwedana Rojava” ber bi Meydana Garibaldi û avahiya şaredariyê ve meşiyan.
Çalakiya bîranîn û protestoyê bi deqeyek rêz ji bo şehîdên YPG û YPJê dest pê kir. Piştre girse bi dirûşmeyên “Her der Rojava, her der berxwedan” û “Kobanê ne tenê ye” nerazîbûna xwe nîşan da.
Di çalakiyê de nûnerê Komeleya Malbatên Şehîdan Nuri Karayazı got ku bi sedan kes ji bo protestokirina êrîşên li Rojava derketine qadan li Niceyê û wiha got: “Sibe em ê li ber Festîvala Fîlman a Cannes mîtîngekê li dar bixin. Heta Fransayê dengê me bibihîze û li hember vê sûcê mirovahiyê helwest bigire, em ê li qadan bimînin.”
Axaftvanê din Osman Sönmez jî peyamên piştevaniyê ji bo gelê Rojava da, êrîşên dewleta Tirk û komên girêdayî wê bi tundî şermezar kir û bang li civaka navneteweyî kir ku bêdeng nemîne.
Nûnerên Partiya Sosyalîst a Nice û siyasetmedarên herêmî jî piştgirî dan çalakiyê. Beşdaran qutbûna înternetê li Kobanê wekî “beşek ji sûcê mirovahiyê” binav kirin û gotin ku divê berpirsyar li ber edaletê hesab bidin. Çalakî bi sloganên piştevaniyê bi dawî bû.