Fransa: Em di ferqa deyna xwe ya li hember Kurdan in

Berdevkê Wezareta Karûbarên Derve ya Fransayê got, “Em dev ji Kurdên li Sûriyeyê bernadin” û da zanîn ku ew di ferqa deyna xwe ya li hember Kurdan in.

Berdevkê Wezareta Karûbarên Derve ya Fransayê Pascal Confavreux, diyar kir ku Fransa piştgiriyê dide Sûriyeyek ku hemû kêmneteweyan di nava xwe de dihewîne û got, “Em dev ji Kurdan bernadin. Em di ferqa deyna xwe ya li hember wan in.”

Li gorî nûçeya AFP’ê Confavreux got, “Ew hevalên me yên çek in.”

SENATOR: FRANSA BÊDENG Û BÊÇALAK E

Senatorê Sosyalîst Remi Feraud, têkildarê Rojava ji bo bersivandina hikûmetê pêşniyazpirsek devkî pêşkêşî senatoyê kiribû û nerazîbûn li hember bêdengiya wê dabû. Feraud, bersiva hikûmetê qels dît û got, “Min pirsîbû ku Fransa li kur e. Lê ez dibînim ku ew bi bêdengî û bêçalakî derdikeve pêş.” Feraud, destnîşan kir ku divê ewil li dijî rejîma Sûriyeyê xwedî nêrînek zelal bin û bi biryar bin û got, “Di van rojên hesas de divê em li kêleka Hêzên Sûriyeya Demokratîk û General Mazlûm bisekinin û Kurdan bi tenê nehêlin.”

WEZARET: ME ÎXANET NEKIR

Her wiha Berdevkê Wezareta Karûbarên Derve Pascal Confavreux, jî nêrînên ku dibêjin rayedarên Fransayê li hemberî Kurdan îxanet kiriye red kir û diyar kir ku Fransa ji bo piştgiriya Sûriyeyek berfireh ku hemû kêmneteweyan di nav xwe de dihewîne, ji bo pêşîgirtina li tundûtûjiyê û ji nû ve zindîbûna DAÎŞ’ê dixebite.

Pascal Confavreux, got ku Serokkomar Emmanuel Macron û Wezîrê Karûbarên Derve yê Ewropayê Jean-Noel Barrot ji bo rawestandina tundûtûjiyê bi hevpîşeyên xwe re hevdîtinan pêk tînin.